PORZÊRÎNÊ Porzerîna min can Çavê te mercan Ez ji te ra heyran Oy eman eman Îşev esman sayî ye Hîva me nû daniye Wan çavê te yî mizgînî Ji min ra xeber aniye Porzerîna min can Çavê te mercan Ez ji te ra heyran Oy eman eman Sibe ye tavê daye Çavzerê çima nayê Wan çavê wî kilkirî Nadim malê dinyayê Porzerîna min can Çavê te mercan Ez ji te ra heyran Oy eman eman Îro dinya çi xweş e Dilê min ji te ra geş e Derê were ji malê Hûrik hûrik dimeşe Porzerîna min can Çavê te mercan Ez ji te ra heyran Oy eman eman