Рет қаралды 203
WERE YARÊ
Ji bona te
Ez serxoş im, dîn û har ketim çolan
Ji ber te bûm
Pepûk û jar bê cih û war, wekî dînan
Evîna te
Ez helandim, li vê dinê hêlam bêzar
Were yarê sebr û arê
Gulbiharê delala min
Were yarê sebr û arê
Gulbiharê delala min
Ev çend sal e
Ji te dûr im, li benda te me, halê’m nema
Te ez hêlam
Ji hemû kul û derdan re li vê dinê
Te dil jî bir
Parçe kirî, min ji bîr kirî hêlam tenê
Ez ji boyê te bûm
Tu ji boyê min bûyî rinda delal, yara min î
Were yarê sebr û arê
Gulbiharê delala min
Were yarê sebr û arê
Gulbiharê delala min
Ev çend sal e
Ji te dûr im, li benda te me, halê’m nema
Ev çend sal e
Ji te dûr im, li benda te me, halê’m nema
Gotin û Muzik : Abdurahman Kara