Рет қаралды 23,522
Ewrên spî û bedew, ên mija serê çiyayê sîpanê xelatê hilgirtî, dertên pêşwaziya me, ji çiyayên çemçê û zixçiyê, li dû xwe hîştine û esmanê qizilqulêyî çîk spî dineqişînin. Qasekî bi gûndê Qizilqulê re şa dibin û hêdî hêdî xwe dihejînin, ber bi elegezê .
Gundê Qizilqulê girêdayî navçeya Dîgora Qersê ye. Sînorê gund ji alî rojhilat ve digihêje gundê xerabe, beyremkoma ber ava reş. Ji alî rojava ve cînarê Navçeya Dîgorê ye. Li alî bakûr bi Bacelî û Mevregê û li alî başur jî bi Elem, Taşnîga Ecema û Dîgora Xerabe re cînariyê dike.
Di sala 1882 yan de 23 malbatên Êzidî yên ku ji herema Eyntabê tên, li gundê Qizilqulê cih dibin. Li Wê gavê di gûnd de 190 kes dijîn; ji van 102 kes mêr û 88 kes jî jin in. Gundî debara xwe bi xwedîkirina heywanan û çandiniyê dikin.
Ezidiyên hatine vir, ji eşîra Sîpkî û berên ûtî û çîliya ne. Navên çend malmezinên gund ên ku gihiştine roja me ya îrohîn ev in; Okiz û Bedoyê Mamo, Merûfê Okiz axa, Keleşê Xişo, Egîdê Şemo, Mûsoyê Casê , Silî û Îbrahîmê Temo, Celîl û Sevdînê Osê, Kemo, Çaçan (Bira ne) û Rizgo ne ...