Ayfer Düzdaş & Servet Kocakaya ÎSTANBOL [Kilomé Arxawûné-11]

  Рет қаралды 132,555

Ayfer Düzdaş

Ayfer Düzdaş

Күн бұрын

#ayfer #kurdish #servetkocakaya #i̇stanbul #arguvan
ÎSTANBOL
Xebata me yê bi navê ‘Îstanbol' li ser hemû platformên dijîtal e!
Ev stran di nav projeya me yê Kilomé Arxawûnê de wekî strana 11'emîn cî girtibû û min vê stranê bi hevalê min ê hêja Servet Kocakaya re şîrove kir. Birastî jî ez spasdar im ji bo ked û baldariya wî 🙏🏻 û herwiha cana min Caner bi aranjman û rêvebirî ya xwe rih da stranê. Emre Ay, Serkan Çabuk, Öner Karaçuha ,Selami Gördeli bi amûrên xwe reng dane stranê.Özgür Özkan Mete jî, bi mix û mastering ê stranê anî asta weşanê.
Me xwest em bibin deng û awaza stranek veşartî. Me ji stranê pir hezkir û niha dora guhdar kirina we ye. Hevî û bawer dikim hûn jî vê stranê hez bikin.
☀️☀️
ÎSTANBOL
Dîyay ma dîya gira suwazê da barf digira
Bira bişewte Îstanbolê we rindeyi li min dûre
Wiy wiy wiy lâmine
Wiy wiy wiy lâmine tû delâle dilî minê
Kî dibe çi bila bibê tû ronîya çâve minî
Wârkâ âm dâstî hâv bigirin ku âmê hârin çi sûka girin
Amê pêçkin Îstanbolê kâmê pazê xwa çilgirin
Wiy wiy wiy lâmine
Wiy wiy wiy lâmine tû delâle dilî minê
Kî dibe çi bila bibê tû ronîya çâve minî
Mâlâ rindê davî nalê kilît kirîyâ dârîyâ mâlê
Amê pêçkin Îstanbolê Wiy wiy wiy lâmine
tû ronîya çâve minî
Wiy wiy wiy lâmine tû delâle dilî minê
Kî dibe çi bila bibê tû ronîya çâve minî
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Berhevkar: Ayfer Düzdaş
Dever: Arxawûn / Meletî
Tembûr: Caner Yılmaz
Gîtara klasîk: Emre Ay
Gîtara bas: Serkan Çabuk
Dahol: Öner Karaçuha
Fîq: Selami Gördeli
Duet: Servet Kocakaya/Ayfer Düzdaş
Berhemhênan/Production: Ayfer Düzdaş 2024
Derhênerê Muzîkê/Music Director: Caner Yılmaz
Arajman/Arrangement: Caner Yılmaz
Studyo/Studio: Ada/Deno's/ M&K/CY /Mim
Mix/Mastering: Özgür Özkan Mete
Grafîk/Graphic: Cihan Özden
Foto: Rodi Yüzbaşı
Redaksiyona kurmancî/Kurdish redaction: Mazlum Doğan, Mehmet Ali Çıplak,
Wergera kurmancî/Kurdish tranlation: Zana Farqînî
Wergera îngilîzî/English tranlation: Özkan Çelen
İSTANBUL
Bizim köy büyük köydür sabahtan beri kar tutuyor
Yansın İstanbul yarim uzaktadır
Vay vay vay beni
Vay vay vay beni sen gönlümün sultanısın
Kim ne derse desin sen gözümün nurusun
Gel el ele tutuşalım, çarşıya gidelim
Biz İstanbo’lu neyliyelim, biz davarımızı yayalım
Vay vay vay beni
Vay vay vay beni sen gönlümün sultanısın
Kim ne derse desin sen gözümün nurusun
Güzelin evi derenin kenarında, kitlemişler evin kapısını
Biz İstanbol’u neyliyelim
Vay vay vay beni, sen gözümün nurusun
Söz ve Müzik: Folklorik
Derleyen: Ayfer Düzdaş
Yöre: Arguvan / Malatya
ISTANBUL
Our village is a big village, it's been snowing since morning.
Let Istanbul burn, my love is far away
Oh, oh, oh me
Oh, oh, oh me you are the sultan of my heart
No matter what anyone says, you are the light of my eyes
Let's hold hands, let's go to the market
What would we do with İstanbul, let's herd our sheep
Oh, oh, oh me
Oh, oh, oh me you are the sultan of my heart
No matter what anyone says, you are the light of my eyes
The beauty's house is by the stream, they locked the door of the house
What would we do with İstanbul Oh, oh, oh me
You are the light of my eyes
Oh, oh, oh me you are the sultan of my heart
No matter what anyone says, you are the light of my eyes
Lyrics and Music: Folkloric
Compiler: Ayfer Düzdaş
Location: Arguvan / Malatya
KILAMÊN ARXAWÛNÊ
Ayfer Duzdaş, ku bi piranî stranên gelêrî yên Meletiyê yên kurmancî berhev kirine û ew di nav gel de wek “Kilamên Arxawûnê”, “Devoka Arxawûnê” û “Qaydeyê Arxawûnê” tên zanîn, bi vê albuma di dest we de beşek ji wan stranên berhevkirî mîna diyariyekê pêşkêşî dîroka me ya çandê dike.
Ayfer Duzdaş, hemû berhevkariya xwe ya ku li ser stranên kurdî di navbera salên 2021 û 2022’yan de li gund û bajarokên Arxawûn, Yazîxan, Kureciyan û Hekîmxana Meletiyê kirine, li gor derfetên xwe yên heyî dixwaze wan bigihîne ber destê muzîkhezan.
Hunermend, di wexta xebatên xwe yên li ser berhevkirina van stranan, ji bilî navendên bajar û bajarokan serî li zêdetirî 15 gundan û 18 kesên zarbêj/çavkanî daye û di vê demê de jî bêhtirî 90 stranên kurmancî yên vê herêmê qeyd kirine. Ev stranên berhevkirî ku bi piranî hîn zêde kes bi wan nizane û ew nirxên çandî yên ku li deverê/cihkiyê veşarî mane lê hînterlanda wan xwedî rehenda gerdûnî ye jî, dê bi vê yekê gelemperî bibin.
Bi vê hewla xwe Ayfer Duzdaş kilamên Arxawûnê ku dikin winda bibin û neminin, wek nirxekî çandî bi dîroka muzîkê dide qazanckirin. Bi vî awayî ev nirxên çandî yên ku hildane bin qeyd û tomarê jî, dê di album an jî albuman de bi cih bike û wek xebata dîroka devkî jî dê veguhêze nifşên dahatûyê.
Follow👇
İnstagram: / ayferduzdas
Facebook: / ayferduzdasofficial
Twitter: / aduzdas
Spotify: open.spotify.c...
www.tiktok.com...

Пікірлер: 145
Ayfer Düzdaş Kilomén Ârxawûné -2 Li Min
4:16
Ayfer Düzdaş
Рет қаралды 141 М.
SCHOOLBOY. Мама флексит 🫣👩🏻
00:41
⚡️КАН АНДРЕЙ⚡️
Рет қаралды 7 МЛН
АЗАРТНИК 4 |СЕЗОН 2 Серия
31:45
Inter Production
Рет қаралды 969 М.
Ayfer Düzdaş-Garm a Garm a              [Kilomên Arxawûné-12]
5:52
Ayfer Düzdaş
Рет қаралды 21 М.
Eda Tanses feat. Erkan Top - Dilhûn [Live]
8:09
Eda Tanses
Рет қаралды 765 М.
Ayfer Düzdaş & Ali Doğan Gönültaş Xwestî Me / Keçikê Gundê Me
3:37
Rojda  Helime
8:34
Müslüm ÖMEROĞLU
Рет қаралды 954 М.
Ruken - Çi Çem E (Live 2024)
2:47
Ruken
Рет қаралды 99 М.
Ayfer Düzdaş - Nowe Nowe [HD]
5:38
Ayfer Düzdaş
Рет қаралды 477 М.
Garm a Garm a
5:52
Ayfer Düzdaş
Рет қаралды 34 М.
SCHOOLBOY. Мама флексит 🫣👩🏻
00:41
⚡️КАН АНДРЕЙ⚡️
Рет қаралды 7 МЛН