Рет қаралды 104,023
لهوهتهى خاكهكهى دابهشكراوه كورد چهكى بهدهستهوهیه، بهڵام به تهواوى بێ هیواش نهبووه لهوهى له رێگهى گفتوگۆ خاك و ئازادى دهستبكهوێتهوه. له باشوورى كوردستان، زۆرتر له چارهكه سهدهیهك سهركردهكانى كورد له شاخهكانهوه رێگهى پڕمهترسییان گرتهبهر بهرهو بهغدا، بهڵام دواتر ههر ناچار بوون تفهنگهكانیان بهدهستهوه بگرنهوه.
سهردهمهكان گۆڕانكاریی زۆریان بهسهردا هات، حكومهتهكان به دواى یهكدا كهوتن و كورد له باشوورى كوردستان بووه خاوهنى كیانێكى تاراددهیهك سهربهخۆ، بهڵام هێشتا خهڵك به باشى نازانن، دانوستاندنكارهكانى كورد كه هێشتا بهشێكى زۆریان له ژیان و سیاسهتدا ماون، چیانگوت و لهسهرچى رێكنهدهكهوتن.
بهشى ههره زۆرى دانوستاندنهكانى كورد لهگهڵ ئهو حكومهته بوو كه سهددام حوسێن، سهرۆكایهتى دهكرد. ئێستا سهددام، بووهته بهشێك له مێژوو، ههروهك چۆن دانوستاندنهكانیش وهك مێژووییهكى نهنووسراو ماونهتهوه، بهڵام ههمیشه نهوهكان دهیانهوێ بزانن چى روویدا.
ئهو بەڵگەفیلمەی (رووداو) كه نهوزاد مهحموود ئامادهیكردوو، گێڕانهوهى وردهكاریی گفتوگۆیه لهگهڵ سهددام. ههوڵێكه له پێناو رۆشنكردنهوهى ههندێك لهو ژووره تاریكانهى، كه جگه له چهند فۆتۆیهكى كهم، هیچى دیكهیان لهبارهیەوە بڵاونهبووهتهوه.
بەرهەمی ساڵی 2016
Ji dema ku xaka wan hatiye parçekirin çek di destê kurdan de ne. Lê bi tevahî ji wê yekê bêhêvî nebûne ku bi rêya diyalogê xak û azadiyê bi dest bixin. Li Başûrê kurdistanê, ji çaryeka sedsalê zêdetir e ku serkirdeyên kurd ji çiyayan dan ser rêya mişt xeterî ya Bexdayê. Lê paşê dîsa bêgav man ku tivingên xwe bigirin destên xwe.
Guhertinên zêde bi ser heyaman de hatin. Hikûmet li pey hev gêr bûn û kurd li Başûrê Kurdistanê bûn xwediyên statûyeke heya radeyekê serbixwe. Lê hîna xelk bi başî nizane danûstandinkarên kurd ku hîna gelek ji wan di jiyan û siyasetê de mane, çi gotin û li ser çi li hev nedikirin. Piraniya danûstandinên kurdan bi wê hikûmetê re bûn ku Sedam Hisênî srokatiya wê dikir.
Vêga Sedam bûye beşek ji dîrokê. Her wekî çawa danûstandin jî nola dîrokeke nenivîsandî mane. Lê hergav nifş dixwazin bizanin ka çi qewimiye. Ev belgefîlma Rûdawê ku ji aliyê Newzad Mehmûdî ve hatiye çêkirin, hûrguliyên gotûbêja bi Sedamî re bi berfirehî kat dike.
Hewldanek e seba ronîkirina hin ji wan jûrên tarî ku ji bilî çend wêneyan tiştekî din li ser wan nehatiye weşandin.
Berhema sala 2016