Рет қаралды 69,128
Ax ax ax ax ax li minê
Wax wax wax wax wax li minê
Qîr û hewar û zarezar li mala minê
Êş û elem birîn u xem li dilê minê
Ma qey em jî ne însanin
Li der û dor perîşanin
Keryê me tev bela wela
Bê serî û bê şivanin
Cî û war ji me re nehiştin
Li her derî em têne kuştin
Li warê bava li Helepçe
Bi ser hevda em pirijtin
Dîsa çima ferman li me
Zivistan û qel'an li me
Li asîmanê Helepçe
Kîmyasal barandin li me
Dê û weled kal û nevî
Tev bi ser hevda dikevî
Laş peritîn ji ber jahrê
Dest û tilî ji hev dikevî
Roj tarî bû, bû weke şev
Pî naşuxilin da go birev
Birîn kûr e nagîje hev
Ziman werimî nakeve dev
Ronaya çava temirî
Kolan tev bûn laşê mirî
Li halême kurdê bê xwedî
Erd û asîman digirî
Helepçe rûmeta dinê
Însanî maye di binê
Em jî zarwê bavê Adem
Weke van milletê dinê
Xwedêyo xwediyê me tu yî
Dest gir û kesê me tu yî
Dinya hemû neyar be jî
Bi tenê besî me tu yî
Davut Şahin
Me ji @BangaHeqTV stend.
#Halepçe #kürtçe #kurmancî