Рет қаралды 45
1. Daryo Fu di 24'ê Adara 1926'an de li gundê lêcyono navçeya Lombardiya ya Îtalyayê di malbateke xwedî meylên dijî-faşîst de hatiye dinê.
2. Ew yek ji nivîskarên hevdem ên herî bibandor li Îtalyayê bû, ku ji bilî nivîsandinê, bi derhêneriya şanoyê, dîzayna cil û berg, lîstikvanî û bestekarî, nivîsandina stranan, wênekêşan û xebata siyasî ya çepgir jî mijûl bû.
3. Ew gelek caran dîzaynerê sehne, cil û berg, bestekar û lîstikvanê şanoyên xwe bû.
4. Ev pêşandan hemû bertek bûn li hember bûyerên siyasî û civakî yên Îtalyaya hevdem.
5. Bavê wî karmendekî rêhesinê bû û bi bîr û bawerên “sosyalîst” bû, û ji ber vê sedemê, Daryo piraniya zaroktiya xwe bi rêwîtiya bajar bi bajar derbas kir.
6. Diya wî, "Pîna Ruta", jineke rewşenbîr û nivîskar bû ku di pirtûka jiyanname ya xwe bi navê "Welatê Beqan" jiyana malbateke karker di destpêka sedsala 20'an de li Îtalyayê de da nirxandin.