Рет қаралды 182
Wê sibê danişîna doza siyasetmedarê kurd Mahmût Alinak bê lidarxistin. Dozger di îdianmeyê de xwestiye ku cezayê muebeta giran li Alinak bê birîn. Guler Tûnç, dayika Bêkes ku Alinak di pirtûka xwe de bal kişandiye ser çîroka wî, xwest Alinak bê berdan.
Siyasetmedarê kurd Mahmût Alinak di 17'ê Sibatê de li Qersê bi îdiaya "Xirabkirina yekparebûna dewletê û qelskirina serbixwebûna dewletê" hatibû girtin. Di îdianameya der barê Alinak de dozger xwestiye cezayê muebeta giran lê bê birîn. Wê danişîan ewil a Alinak sibê (13'ê Gulanê) li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Qersê bê lidarxistin.
Di îdianameyê de lihevanîna malbatan, daxwaznameya ji bo statuya kurdî û tirkî yek be ku ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re hatibû şandin, tevlêbûna çalakiya li dijî btealî û zemên tên kirin sûc hatiye hesibandin. Her wiha di îdianameyê de pirtûka "Mehmet Tûnç û Bêkes" ku Alinak nivîsandiye jî sûc hatiye hesibandin. Alinak di vê pirtûka xwe de bal kişandiye ser çîroka Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç ku di dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû û çîroka biraziyê wî Bêkes.
Guler Tûnç, hevjîna Orhan Tûnç û dayika Bêkes, bertek nîşanî îdianameya der barê Alinak de da û xwest Alinak rojek berî rojekê bê berdan.