TÊLO REBENÊ Êrê wayê wayê wayê... li minê ax wayê wayê wayê... Têlo rebenê lê lê Têlo rebenê sibe ye gelo li minê lo li vê yekê mi dî birek siwarê Mala Hacî Axa tevî peyayê Mala Ûsivê Seydo ji malê siwar bû gelo ji çiyayê Mûşê lo ji ber birekê ciwabkî nebxêriyê hatiye Geliyê Beraza dibê derbekî bi dest berdane bedena berxê Mala Hacî hêsîr û dîl girtine tevî donzdeh birîndara wele Feyzo Bavê Îpegê wayê wayê wayê... li minê ax wayê wayê wayê... Têlo rebenê Lê lê Têlo rebenê sibe ye gelo mi ji te ra nego li dîhara hela bala xwe bidê vê sibengê malxirabo li fesad û şeytana, dijmina lo van neyara ji mal siwar bû birek siwarê Mala Hacî Axa bi nav ketin berxê Mala Ûsivê Seydo bi kêlekê ketiye Feyzo berxê Mala Hacî, Bavê Îpegê, gula siwara ciwabkî nebxêrê hatiye Geliyê Beraza dibê derbekî bi dest berdane bedena berxê Mala Hacî Axa hêsîr û dîl girtine Feyzo berxê Mala Hacî Axa tevî donzdeh birîndara wayê wayê weyê... li minê wayê wayê wayê... Telo rebenê. Şakiro Antolojiya Dengbêjan Ömer Güneş & İbrahim Şahin