Рет қаралды 1,226
Erka Kurd - Koma Cûdî
Navenda Dicle Ya Çand û Huner
Koma Çûdî
Mûzîk : Erdelan Amûdê
Helbest : Ednan ibrahîm
Kamîra : Ciwan Hesen
Montac : Siymend derik
Kîbord : Mihsin Delî
Saz: Şivan Mihemed
Bilûr : Muaz Ehmed
------Gotin------
1- Ta welatê min agir be
Xwîna min wê her baran be
Ger cîhan tev li min yek be
Dîroka min wê mertal be
Çi lehî be çi tofan be
Sûrê min wê l,ser cûdî be
Ger tu bayekî hêzdar be
Ev can dê tehtê waran be
Kela zulmê şûrê te be
Nevyê mîdya dê peydar be
Sed beko xincera te be
Mem û zîn wê tim jîndar be
Erkê mine erkê te ye
Berevanî jîna me ye
Xwîn û ziman û doz yeke
Lê Herbak ne ji tuxmê me ye
Gêrila hebûna me ye
L'deşt û çiya dengê me ye
Çêbûna zayîna me ye
Çepera mayîna me ye
2- Koka kûr tucar qut nabe
D'zikê demê de kûr nabe
Her zîl dide şax vedide
Ber bi rojê ser hildide
Bi kuştinê tune nabe
Doza jînê jibîr nabe
Qêrîna me wê av dide
Nav du çeman xweş bîn dide
Erkê mine......
3- Tavû brûskê zagrosênin
Tîra sar li dil dixînin
Gurzê zap û avaşînin
Hinavan diherijînin
Çerx geriya al liviya
Textê neyaran hejiya
Jibîr nekin cangoriya
Keda berx û xifşên diya
Erka kurd.....