Рет қаралды 2,553
Dema Sitran û Kilam dengê xwe berdidin guhê me, bi xwe re çîrokek an jî bîranineke me şiyar dikin. Carna em li ber perên asimana dibin ewrên hesret û evînê, em ji dil, bi hewar, bi hêz dibarin hembêza xaka xwe, yan jî ser birînên xwe. Jan belav dibe li hemî rihê me, radibin reqsê kulên me, dibe agir dikeve nav canê me, em dişewitin di nav eşq, yan jî birînên xwe de... Dema bahoza şewatê kerr dibe em dizanin kîne em, çi ne em... Lewma ziman û kilam deng û sitran perçeyeke me ne. Hemî welatê ku bi qedir û qîmet xwedî li hunermend û Nivîskarkarên xwe, şair û zanyarên xwe derketibin serkeftî û dilşadin... Dilşad bin...