Рет қаралды 191
LI NAVENDA STENBOLÊ JI BO ZAROKAN GUNDEK HAT AVAKIRIN. LI GUNDÊ ZAROKAN JI AŞ BIGIRIN HETA ÇEWLIG Û KOXIKAN, JI KANIYAN HETA GOL Û QEHWEXANE Û SÛKAN HER TIŞT HEYE. ZAROK BI SAYA VÎ GUNDÎ WÊ JIYANA GUND HÎN BIBIN Û BI MALBATÊN XWE RE WEXTEKÎ XWEŞ DERBAS BIKIN.
Li aliyekî aş; genim dihêrin, li aliyê din bi meşkê dew dikilin.
Li gundê zarokan ji hespan bigirin heta mirîşkan, ji sebzeyan bigirin heta gol û kaniyan her tişt heye.
Li ser 85 hezar mîtroçarçikî ji bo zarokan gundekî taybet hat avakirin.
Armanc ew e ku zarok jiyana gundan ji bîr nekin, hîn bibin û jiyana gund di bîra zarokan de her tim zindî be.
Projeya çêkirina gund di heyama wezîrtiya Murat Kurum de dest pê kiribû.
Bi avakirina gund; dayik û zarokên li bajêr dijîn pir kêfxweş bûn.
Gundê zarokan wê bê pere xizmetê bide zarok û malbatên wan.
Nûçegihan
Menazir ASLAN KAYA.