Рет қаралды 16,764
Yorum : Hozan Aydın
Söz/Müzik: Cüneyt Demir
Dijital Sayfa Dizayn : Osman Eren
#HozanAydın
#CüneytDemir
#EsmaCane
Bihşt çave bin anbere
Zelal wek ava kevserê
Tu hûrî yî, tu perî yî
Tu vîldan, ne beşer î
Hele canê, Esma canê
Şêrînê, qencî nizanî
Te buhara ciwaniya min kuşt
Dagerandî zivistan e
Ber eşqa te ez ketim tayê
Çi bikim bê te sebra min nayê
Di dawiya emrê min da
Te serê min xist belayê
Hele canê, Esma canê
Şêrînê, qencî nizanî
Te buhara ciwaniya min kuşt
Dagerandî zivistan e
Dil peritî, bi şîn û gîryan
Ji bona wan çav û birîyan
Hêsir û xûn dibarin ji
Çavê min bûn wekî derîyan
Hele canê, Esma canê
Şêrînê, qencî nizanî
Te buhara ciwaniya min kuşt
Dagerandî zivistan e