Hunermendên Kurd: Em şerê navxwe naxwazin

  Рет қаралды 106,593

Rûdaw Kurdî

Rûdaw Kurdî

3 жыл бұрын

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke hunermendên Kurd ên ji her çar perçên Kurdistanê duh serdana Wezareta Pêşmerge û dezgehên medyayî kirin. Hunermendên Kurd ragihandin ku metirsiyeke mezin li ser Kurdistanê heye û divê aliyên Kurdî vê yekê li ber çav bigirin û bi hesasiyetên netewî tevbigerin. Hunermendên Kurd balkişandin ser girîngiya rola medyayê jî û destnîşankirin ku medya dikare Kurdan nêzikî hev bike. Herwiha Diyar Dêrsim jî tekez kir , ew heramkirina şerê `Birakujî`yê ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve wek manîfesto qebûl dikin.
Hunermendên Kurd Şivan Perwer, Diyar Dêrsim, Hesen Şerîf, Beser Şahîn û Firmêsk Hafiz bûn mêvanên bernameyeke Rûdaw TVyê ku ji aliyê Şahyan Tehsîn ve tê pêşkêşkirin û balkişandin ser metirsiya rûdana şerê `birakujî`yê û tekez kirin ku divê rê bi vê yekê neyê dayîn.
Şivan Perwer: Şer herdu aliyan jî neheq dike
Şivan Perwer amaje bi rewşa Kurdistanê kir û got, “Kurdistan di rewşeke aloz de ye û derdora wê bi dijminan girtî ye. Dijmin naxwaze Kurd ji hev hez bikin û bibin xwedî yekîtî û hêz. Divê Kurd baldar bin û şer Kurdan bêhêvî dike. `Ji şer re na` banga gel e û em jî berdevkên gel in.”
Hunermendê Kurd bibîr jî xist, “Kek Mesûd (Barzanî) `Birakujî` qedexe kir û di vê mijarê de gelek bi sebir e. Dibe aliyek neheq an heq be, lê şer herdu aliyan jî neheq dike” û tekez kir ku ew bang dikin ku Kurd dest bidin hev û yekîtî û aştî hebe.
Di dewama axaftina xwe de Perwer got, “Gelê me jî wiha dixwaze. Em dixwazin tişta dikeve aliyê me li her çar perçên Kurdistanê bikin. Divê medya Kurdî jî rolene erênî bilîze.”
Beser Şahîn: Medya dikare gel nêzikî hev bike
Hunermend Beser Şahîn jî behsa wê kir ku wan serdana dezgehên medyayî yên li Başûrê Kurdistanê kir û got, “Zimanê ku medya bikar tîne, ji bo civaka Kurd gelek girîng e. Medya dikare gel nêzikî hev bike û dikare roleke neyînî jî bilîze. Em bang li medya Kurd dikin ku ji bo berjewendî û yekîtiya gelê Kurd zimanekî erênî bikar bîne. Em însîyatîfeke sivîl û dengê gel in. Wek hunermend me biryar da bên vê derê.”
Diyar Dêrsim: Dagirker ji statuya Kurdan ditirsin
Hunermend Diyar Dêrsim jî amaje bi rewşa tevlîhev a Rojhilata Navîn kir û got, “Kurdan di sedsala 21an de derfet bidest xistin ku bibin xwedî statu. Di serî de Tirkiye, welatên ku Kurdistan dagir kirine, ji wê ditirsin ku Kurd bibin xwedî statu, ji ber ku hebûna xwe li ser tunebûna Kurdan dibînin. Li heyvê jî çadireke Kurdan hebe ew dê midaxele bikin. Ji bo pêşeroja xwe metirsîdar dibînin. Dixwazin Herêma Kurdistanê jî aloz bikin. Tirkiye dixwaze bi hincetên cuda Herêma Kurdistanê dagir bike. Tirkiye dixwaze Kurdan bi hev bide şerkirin.”
Diyar Dêrsim balkişand ser metirsiya rûdana şer di navbera aliyên Kurdî de û got, “Dema ku Pêşmerge û Gerîla li Kerkûkê, li Kobanî li dijî dijmin şer kir, me rondikên kêfxeşiyê barandin. Niha jî metirsiyek heye. Dayikên Kurd, gelê Kurd û em wek hunermend ditirsin. Mixabin metirsiyek bi vî rengî heye.”
Di dewama gotinên xwe de Diyar Dêrsim diyar kir ku wan ji ber helwesta heta niha spasiya Wezareta Pêşmerge kir û got, “Me xwest ev aramî û hessasiyeta netewî berdewam be. Pêşmerge jî ne tenê yê Başûr e, Bakur û Rojava jî ji Pêşmerge hez dike. Gerîla jî ne tenê yên Bakur in û ew jî xebata ji bo Kurdistanê didin. Bi çi şeklî jî be em naxwazin Pêşmerge û Gerîla bê hemberî hev. Em gotinên birêz Mesûd Barzanî yên ku `Birakujî` qedexe kiriye, wek manîfesto qebûl dikin. Em dixwazin her kes bi hestên niştimanî tevbigere. Me li gel Fermandariya Biryargeha Navendî ya PKKê hevdîtin pêk anî. Ew dibêjin, bi ti awayî ew şerê birakujiyê naxwazin û ragihandin ku nakokiyên biçûk dikarin bên çareserkirin.”
Hesen Şerîf: Divê em Herêma Kurdistanê wek çavê xwe biparêzin
Hunermend Hesen Şerîf jî tekez kir ku şerê di navbera Kurdan de, karîgeriyê li ser destkeftên Kurdan dike û got, “Divê partî û rêxistin, bi hestên niştimanî biryaran bidin. Divê perçeyê Kurdistanê ku di encama xebateke sedsalî de azad bûye, wek çavê xwe biparêzin. Me wek hunermendên ji her çar perçeyan, serdan pêkanîn û hestên xwe derbirîn. Eger herêmek hat dagirkirin, birayek divê bikare ji birayê din re bêje, li şûan dagirker bên tu were. Divê lihevkirin hebe.”
Firmêsk Hafiz: Em bang li hemû medyayê dikin
Hunermenda ji Rojhilatê Kurdistanê Firmêsk Hafiz jî behsa navê xwe kir û got, “Çima navê min Firmêsk e (hêsir) hûn dizanin? Dema ez ji dayik bûm, li Mihabadê du rêxistinên Kurdî di şer de bûn. Rewşeke xerab hebû. Dayika min jî ji ber rewşa xerab a Kurdan navê min wek Firmêsk danî. Em wek hunermendên Kurd bang li hemû medyayê dikin ku baldar bin. Zimanê medyayê gelek girîng e. Rûdaw, Kurdistan24 û NRT dengên vî gelî ne. Medya ne ku xwe lê vî gelî temsîl dike. Divê hevsûcdarkirin nebe.”
#Huner #Hunermend #SivanPerwer #Firmesk #DiyarDersim #BeserSahin #HesenSerif #Kurd #Peşmerge #PKK #Kurdistan

Пікірлер: 224
@suzankilic7984
@suzankilic7984 3 жыл бұрын
Hun her bijin .û banga we bive aşiti û yekitiya kûrt û kûrdistane 🙏🙏✌✌✌
@rodi-Kurdovich
@rodi-Kurdovich 3 жыл бұрын
Her bijî hunermendên Kurd ❤️ 🌞💚✌️ Divê guh bidin vi banga hunermendan. Lewra ew hunermend nûnerê gelê Kurdin . Bila kes ser navê gelê Kurd şerê birakujiyê nede despêkırın
@seyithan73
@seyithan73 3 жыл бұрын
Ez hewa tiştek xwazim bila her 4 parçe bikin KURDÊ neteweperwer
@kalokalo4412
@kalokalo4412 3 жыл бұрын
Her biji kurd û Kurdistan, serkftin ❤️✌️
@yusufziyabeg9022
@yusufziyabeg9022 3 жыл бұрын
Hûn her hebin hunermendê gelê Kurd û Kurdistanê 👏👏👏
@armanc3481
@armanc3481 3 жыл бұрын
5 hunermend we anîne studyo û pirsgirêk zêde mezine lê mixabin tenê 27 deqîqe gellek kêm e.
@baba2678
@baba2678 3 жыл бұрын
Kurd xuşk û birane 💛❤️👍💚
@xezebojimerdine1725
@xezebojimerdine1725 3 жыл бұрын
Slav u rez hemû hûnermenden Kurdistanê hûn her he bin hûn roniya çavên KURDA ni kurdistan yeke yek parçeyeke kûrd hemû brane yekîtî yekîtî yekîtî kûrdo ✌✌✌💚❤💛
@aliali-ue3bi
@aliali-ue3bi 3 жыл бұрын
Kurd hemu branı her bıji ❤️
@bellapella5758
@bellapella5758 3 жыл бұрын
Slaw u rez bo hemi gelek spas jwer
@amdabdulla1287
@amdabdulla1287 3 жыл бұрын
Bijî Kurd û Kurdistan
@bangnxani3720
@bangnxani3720 3 жыл бұрын
Gelek sipas rodaw yekbûn mecburiye buy kurda bijit kurdu Kurdistan
@zindarali8508
@zindarali8508 3 жыл бұрын
Her biji şiwan perver👍👏⚘❤ hozan diyar👍👏⚘❤
@hawasbahram38268
@hawasbahram38268 3 жыл бұрын
Her Hunermendek kurd ji bo me shorecheke.
@welatparist5560
@welatparist5560 3 жыл бұрын
bijit bratia kurda bimirit bratia gela.
@aliturkmen2763
@aliturkmen2763 3 жыл бұрын
Şivan Perwer Hozan Diyar Dılemın 👏❤️👏❤️👏👏❤️❤️👏
@yezidikurdi6002
@yezidikurdi6002 3 жыл бұрын
Spas Diyar ji bo gotin û dilsoziya we û bê guman muzîka we. Her weha ji stranbêjên din re jî ji bo pêbendbûna wan spas.
@usmanovusmanov6057
@usmanovusmanov6057 3 жыл бұрын
Xude tivake bida milate Kurd in sha Allah biji Kurdistan biji yakitia gale Kurd!!!
@delildeutschland6753
@delildeutschland6753 3 жыл бұрын
Bijî Kurd û Kurdistan. Bimire Biratiya Gelan, Bimire Umeta Demokratîk. ❤🌞💚
@ismailyldz10
@ismailyldz10 3 жыл бұрын
Em yekîtiya neteweyî dêxwazên
گوڵستان و شڤان پەروەر   Gulistan û Şivan Perwe
49:01
Rudaw Media Network
Рет қаралды 434 М.
Я обещал подарить ему самокат!
01:00
Vlad Samokatchik
Рет қаралды 9 МЛН
Inside Out Babies (Inside Out Animation)
00:21
FASH
Рет қаралды 23 МЛН
Red❤️+Green💚=
00:38
ISSEI / いっせい
Рет қаралды 89 МЛН
Şivan Perwer  - Ji bo Yekîtiya Netewî
12:59
Şivan Perwer
Рет қаралды 219 М.
Dîbeyt: Gefên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê
46:33
Rûdaw Kurdî
Рет қаралды 61 М.
Şivan Perwer -  Masa Hûnerê.  07. 07. 2023
1:27:00
Şivan Perwer TV
Рет қаралды 68 М.
Kurd li Sûriyê destûreke çawa dixwazin
40:53
Rûdaw Kurdî
Рет қаралды 133 М.
Я обещал подарить ему самокат!
01:00
Vlad Samokatchik
Рет қаралды 9 МЛН