Рет қаралды 237,361
Stêrk Civiyan
Gotin û Muzîk : Şiyar û Dijwar, Hozan Axîn
Dengê Vokal : Rêzan Şîrvan
Aranje : Mustafa Beyazkuş
Stûdîo : MBM Production
Derhênerê Klîpê : Zana Production
Mîx : Engin Ersoy, Ahmet Aygör
Masterîng : Muammer Tokmak
Tembûr, Saz : Yusuf Alî Önal
Klarnet : Aykut Sütoğlu
Grûp Keman : İstanbul Strings
Gîtarên Kalsîk, Akustîk : Cem Şengül
Bas Gîtar : Kemal Büyük
Brass Grubû : Burak, Samed, Atakan
Ritm Perkusyon : Ömer Aslan, Cengiz Ercümer
Gelek spas ji bo hemû kesên ku keda wan di vê klîpê de derbas bû ye.
Bi Taybetî : Aranjor : Mustafa Beyazkûş
Hunermenda Deng Xweş : Rêzan Şîrvan
Klarnet : Cîhan Aksîn
Tembûrvan : Özkan Tanrıverdi
Gitar : Gökhan Fidan
Klavye : Kemal Dindoruk
Kemanvan : Tekin Tekin, Ömercan Dursun
Menajera Şiyar û Dijwar : Nûjîn Menajerlîk
Berhevkar û Belavkarê Klîpê : Yusuf Demir
Sereraskirina Nivîsan : Mamoste M.Emîn Cırık
Gotinên Sitran û Helbestê
Li kolanê dilê te digeriyam,
Pêxwas û weke dîhnan dimeşiyam,
Car caran bi halê xwe dikeniyam,
Car caran ji êşan re ez dinaliyam.
Stêrk hemû li hev civiyan,
Ji bo evîna me giriyan,
Piştî te mam weke sêwiyan,
Min fam kir ku vala ye jiyan,
Min fam kir ku heram e jiyan.
Helbest
Dibêjin ku di çîroka hemû evîndaran de
serpêhatiyeke bi êş xemgînî heye
çîroka evîna me jî bû dilopek ji nav wan destanan wan evîndar û bê mirazan
me nizanîbû ew ê rojekê evîna me jî bibe
destan û çîrok li ser zimanan.
Xeyalên me bêkes man,
Heviyên me sêwî man,
Evîna me bê nav ma,
Tu çû' ez kêm mam.
Tu niha mîna kevokek wenda yî
li asîmanê dilê min de difirî canê
û konê ku te xwe lê daniye ne diyar e
lê ez çi bikim qey xwedê te ji min re zêde dît
qey qey Xwedê te ji min re zêde dît.
Di bin bahrê evînê de pir westiyam,
Di xewnên şevan de ez pir tirsiyam,
Hêvî xewn û xeyalên min ji min reviyan,
Ew jî mîna te çûn û çûn dev ji min geriyan.
Min pirsî ji hemû horiyan,
Min got ka ew çavên derya,
Gotin bigere li nav miriyan,
Min dît ew jî bi min re giriyan,
Min dît ew jî bi halê min giriyan.
Stêrk hemû li hev civiyan,
Li ser evîna me giriyan,
Piştî te mam weke sêwiyan,
Min fam kir ku vala ye jiyan,
Min fam kir ku heram e jiyan.
Şiyar û Dijwar : Stêrk Civiyan
Gotin û Muzîk û Helbest : Şiyar û Dijwar