Рет қаралды 9,935
Li me pîroz her û her "Newroz": Sebrî Botanî (1925-1998).
Dûdûk: Ziya Aytekîn, Şevşad-Qers
ل مە پیرۆز ھەر و ھەر "نەورۆز": سەبری بۆتانی 1925-1998
دوودووك: زیا ئایتەكین، شەڤشاد-قەرس
Li me pîroz her û her
Cejna Newroz mijde da
Deşt û çiya kir gulav
Gul û gulşen xemilîn
Vejîn bijîn em di nav
...
Peyama cejna pîroz
Eşq û evîn berda ser
Bilbil û kew dixûnin
Ji bo welat sed silav
...
Bijî maf û tenahî
Li Kurdistan seranser
Çi qas xweş e rizgarî
Ceng û xebat û bizav
...
Axa me ye em li ser
Ji bo wê em dikin şer
Here dijmin derkeve
Yên me ne ev xak û av
...
Aştî ye rêbaza me
Azad bijîn bê keder
Serxwebûn e doza me
Gorî dikin dil û çav
...
Varî nabin em ji vê
Çavê şerxwaz bête der
Ahenga cejna Newroz
Li me pîroz her û her