Latîni / ئارامی Gelî bulbula evro nexwînin ger gera min e bibêjin bila guhdar bimînin roj roja min e hîvîya cara narîna nara mêhvana min e Ji duyir hatîye lew min şahîye û dîlana min e Geli şevxwîna demê derbîna birîna min e çi bê hîzare naz û nazdar e şirîna min e gul û guldana heyva nîsana vîyana min e spêde û sihara bang û kebara vê cejna min e Min dil kir paytext yarka xodan bext xatîna min e şahî ne û helbest ev awaza mest strana min e Gelî dilsoza Evro nevroza Cîhana min e Çûl û biyaban tev hatin avdan barana min e demên xoş