Рет қаралды 237,960
BÎRANÎN
Min dit ew çiyayên bêdeng
Bi dengê te bir hewar e
Li çar hêlên xwe vêxist agir
Lê ew ne intîxare
Qêrînên te bêhempa bûn
Hişbûnên te jî wisa
Li gel bayê xerbî
Tu xortekî kal î
Wê mirin bi te şa nebe
Tu mayî ji sibehan
Ji evînê tu qut nebûbû
Û tevahiya jînê
Bê te payîz xalî bû
Te hêz daye vînê
Min dit çiya lalek bû
Tu jê re buyî hawar
Bi dengê te şîn bû hêvî
Rengîntir bûye bihar
Qêrînên te ew zindî bû
Hişyar kir ji xewa giran
Bûye teyrek firî bû
Venişt li bilindahiyan
Nexşeya evînê xem e
Şopên wê ma li payîzan
Pel diweşînin loma,
Mizgîn didin ji biharan
Dara hesretê ye dunya keko
Bêyî xeman stewre ew
Erdnigariya şahiyan wendaye hêjî
Tê gotin bi ber ava çemekî ketiye
Û li qiraxa hezkirinekê şîn bûye
Li deverek biyanî,lê ne gelekî dûr
Dibê ku bi qasî mijangên xwe nêzîk
Lê ew dîsa jî wenda ye
Ew li wir ketiye:
Li ku lal bûbe çivîkek
Li ku giriya be zarokek
Li ku êşiya be birînek
Xatirxwestinên bê wext para kê be
Qêrînên herî delal yê wan e keko.
Gotin û Muzîk : Mem Ararat
Tembûr: Mem Ararat
Perkusyon,String,mix û mastering : İrfan Akalan
Aranje : Mem Ararat
itunes.apple.c...
open.spotify.c...
www.memararat.org
/ araratmemm
/ araratmemm
/ memararat__official
/ memararat