Рет қаралды 66,005
#KomMüzik Navenda Muzîka Kurdî / Kürtçe Müziğin Adresi
Peyv û Awaz: Gelêrî
Berhevkirin: Mesûd Gever
Çavkanî: Sabrî Bîyadirî
Form: Payîzok
Herêm: Colemêrg
Muzîk:Xebat Aşmî
Qeyd: Îbrahîm Bayat-Huner Studio
Lîstikvan:
Nivîskar Wasfî Ak
Rojbîn Bor
Çellîst:
Gulistan Kılınç
Derhêner:
Vedat Atlı
Arif Aslan
Payîzok
Lê li min ê hatî pîrepayîzo
Nê lê pîrepayîza berê
Nê li min ê hatî pîrepayîzo
Wey jaro dilo
Ey nê pîrepayîza berê
Hey dilo…
Nê li min ê hatî pîrepayîzo
Ay nê pîrepayîza berê
Nê lê ser û
wey lê serhedên jorî
Canemelga serkêt xwe înan derê
Kurikê dibêjît wezê xulam û xizmetkarê bejnika te ya bilind navtenga te ya ziravimo
Ay nê ser te dibarît…
Ey nê ew kezî biskêt te şor kirî
Şor bûye ser rêşîkên wê kemerê
Nê lê kurikê…
De dibêjît kiçkê dînê bejnika te bilind e w
navtenga te zirav e dê tu rabe ser xwo da te bibînim
Ey lê wezê hewdekî gul û gulçîçekan li navbeyna sing û berê te biçînim
Nê sibe û êvaran dê bi mesîni avê lê birêşînim
Ey nê weku wezê çime cîhkê xerîban û xurbetan
dê gulekê ji gulan bemo melhemo…
Ay da xemkê dilê xwo pê birevînim.
Hun karin bibin aboneyê kenala me û piştgrî bidin me / Kanalımıza abone olarak ve dinlediğiniz eseri beğenerek destek olabilirsiniz / بۆ پشتگری کردن لە ئێمە دەتوانن لە کاناڵەکەمان دا خۆتان ئابونە بکەن
Ji bo hûn zêdetir mûzîkan gûhdar bikin, bibin endamê qenala me / Daha fazlası için kanalımıza Abone Olunuz : bit.ly/2kEQVxs بۆ بیستنی موزیکی زۆرتر تکایە ئابونە ببن.
Navnîşanên Kom Mûzîkê Yên Torên Civakî / Kom Müzik Sosyal Medya Adresleri / ناونیشانی تۆرە کۆمەڵایەتییەکانی کۆم موزیک;
Facebook: bit.ly/2LZkbKv
Instagram: bit.ly/2wOeOch
Twitter:bit.ly/2wH9vKV