Рет қаралды 732
Gelê Êzdî rastî 73 fermanan hatine, tê de gelek zor, qirkirin, komkujî û wêrankirinê dîtine, ji wan fermanan, fermanana sala 2014an ku li bajarê Şengalê pêkhat tê de gelek kes hatin kuştin, revandin, koçber kirin û gelek jin rastî qir kirin û tundiyê hatin. Ji wan jinan keça bi navê Wefa ku di sala 2014an de, dema çeteyên DAIŞê bi awayekî hovane êrîş anîn ser bajêr gelek zarok, keç û jinên Êzdî girtin.
Wefa ji gundê Koço yê girêdayî bajarê Şengalê ye.
Ew 9 salî bû dema ku ji aliyê çeteyên DAIŞê ve hate dîlgirtin
Çeteyên DAIŞê Wefa di kampa Holê de, ji sala 2014an ve veşartibû
Piştî operasyona mirovî ji bo rizgarkirina Wefa ji destên çeteyan ku 10 rojan berdewam kir û Wefa hate rizgar kirin.
Ev dokumanter li ser operasyona rizgarkirina Wefa di kampa Holê de ji aliyê Nefel Production ve hatiye amade kirin
Derhêner : Sozvîn Hesen -Ararat Sûweyda - Zinar Cafer
Kamîrevan : Deysem Mihemed -Ararat Sûweyda - Ehmed Omer
Têkst : Zinar Cafer
Dublaj : Cûdî Ronahî
-------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
Nefel Produksiyon li Rojavayê Kurdistanê di mijarên çandî, civakî, dîrokî û siyasî de bername, belgefîlm û dokumanterên cihêreng bi zaravayên cuda ya zimanê Kurdî amadedike!
Hun jî me bişopînin û ji Rojavayê Kurdistanê agahdar bin!
Twitter: Pr...
Facebook www.facebook.c...
Instagram www.instagram....