Рет қаралды 168
Reva ji rastiya civakî, ji texmînan jî wêdetir zehmet e. Bi taybetî, eger mirov bi nijad û kokê, bi civakê ve girêdayî be, ev rastî hê wisa ye. Pêşbirka pêvajoya civakîbûnê bi dayikê re, li derdora heft salî dest pê kir û bi gotina gelêrî heta heftê salî wer diçe. Bi awayekî ilmî û zanistî jî hatiye tespîtkirin ku dayik hêza bingehîn a civakîbûnê ye. Gunehê min bi xwe yê yekemîn ew bû ku min ev mafê dayikî bi guman dît û min pir di temenekî piçûk de biryara civakîbûna xwe da. Li gorî tespîtên dawî yên ilmî, di gerdûna me ya bîst mîlyar salî de civaka mirov bi awayekî taybet afirandiye, minê curet û cesaret bikira bê efendî û dayik bijiyama û ev mijareke bi serê xwe hêjayî lêkolînê ye. Eger min guh bida hişyariyên diya xwe û hewldanên wê yên fetisandinê li ber çav bigirta belkî rê li serhatiyên min ên trajîk venebûna. Lê belê dayika min, semboleke dawî ya bermahiya xwedawendên hezar salan bû ku hem diqediya û hem jî bermahiyeke neçar bû. Ez bi wê zaroktiya xwe hem ji vê sembolê netirsiyam û hem jî min hewceyî bi hezkirina wê nedît ji bo ez xwe azad his bikim. Lê min dizanîbû şertê jiyana min bi parastina namûs û şerefa wê dibe, min ev yek jî ti car ji bîr nekir. Minê şerefa wê biparasta, lê bi awayekî min çawa rast dizanîbû. Piştî ku min ev ders ji xwe re derxist, êdî dayika min ji bo min tinebû. Ew bermahiya xwedawendan li bala min nebû û min hîç meraq nedikir ji bo min çi his dike. Veqetîneke zalimane bû, lê rastiyek bû. Ez nizanim kehanetên wê bûn yan jî nifirên wê bûn, gotinên wê di kêliyên giran ên trajîk de timî bi bîr dihatin. Gotinên wê rastiyên mezin bûn, hozanekî hêja jî nikarîbû tespîtên wer bikirana. Rastiyek wê ya mezin jî ev bû; `Tu bi hevalên xwe pir ewle yî, lê tê tenê bimînî.` Lê rastiya min jî hebû, minê bi hevalên xwe re civakîbûn ava bikira