Mirov gelek tehmê jê digre. Mala we her ava be. 👏👏
@brhmkrmn8 ай бұрын
Birîneke kevnar e Şirnex; xwîn jê diçe, Gul vedike tam li nîveka vê çîroka nûjen. Rûdinişt li hewşê, li hember Cudî Kilam digot û birînên xwe dikewand dîya min, Bavê min, stêrka qurix bû li lûtkeyên mêrxasîyê Hêrsa xwe li titûnê wer dikir Kovanîya xwe dişûşt li ser çemê kilamê min, Li vî bajarê bextreş û bejnçîya Destê xwe dirêjî kanîyên heyatê kir Her carê li birînan likumîm Her carê kulbişav bû para min Karwanî dihatin ji çar alî cîhanê Leglegên barê wan evîneke kevnar û boş Hemû pirtûkan behsa min dikir, Hemû evînan çêja xwe ji min distand Ez bûm destpêka gerdûneke nipînû Bûkeke dilkovan e niha rûsor li ber derîyê dîclê, Şal şapik, serbidew û şerabê dipê Erê, min got quling dibihurin di rûyê min de, Kew avê vedixwin Li deşta Dêrgulê asikeke delal im, Li bestayê balindeyek nikulkêr. Gelek tofan dî me, gelek karesat, bobelat Û daketime li bin heft tebeqê dinê... Lê ne bejna xwe tewandî me, Ne çong veda me, Mîna rûspîyekî zarxweş û bi efsûn, Pala xwe dame çîyayê nimêjê Şîr didoşim ji memikên rojê. Ax! mirovê mîhreban, Bi te destpê dike evîna min tenêtîya bê min. Were! Dirêj bike destên xwe, Em ji nû ve binivîsin çîroka serdemên kesk. Birîneke kevnar e Şirnex; xwîn jê diçe, Gul vedike tam li nîveka vê çîroka nûjen.
@kamizsheddadi1728 ай бұрын
❤
@relaxationroom41668 ай бұрын
Dest û deng û dilên we sax bin
@mehdiaslan58518 ай бұрын
Ax mamostê mezin berken bereh helbesten te êşe dengê te wek êş bıre
@mikailrubin10538 ай бұрын
Min xhew rake hey jiyan ❤❤❤
@adiomar61988 ай бұрын
Harbji mumest
@kusburn72738 ай бұрын
Spas🙏🏾💐💐💐
@Serr236 ай бұрын
22:35 Şirnex (Şîna Helbestê)
@mem123348 ай бұрын
Em li benda hevpeyvîna helbestvanê hêja Rênas Jiyan in jî. Keda we sax be