PODCAST- Wêranşar 1977, Şerê Xal û Xwarzîyan û Kevokên Sipî - Ömer Faruk Baran

  Рет қаралды 595

perxudres

perxudres

2 жыл бұрын

Di vê beşê de merasîma cenazeyekê û şiîrek heye. Foto: Wêranşar, 1977.
Tarîxa îdeolojîyên Kurdên Tirkîyê bi trajedîyên giran yên dûrî texayulan dagirtî ye. Ew trajedî pir caran bi destê serdestan bi serê Kurdan de tên, lê Kurd li şûna ku li hember serdestên xwe û sebebên sereke rabin, radibin di nêv xwe de bi hev dikevin û trajedî li ser trajedîyan, trajedîyan li xwe zêde dikin.
Zinarê Xamo di bloga xwe ya Hindik-Rindik de ji Wêranşara 1977an behsa merasîma cenazeyekî dike. Li gor malumatên Zinarê Xamo dane, têkoşerê bêtirs Ahmed Soken yê li Erziromê telebeyê fakulteyê bûye, wê salê li wî bajarî bi derbên kêrên faşîstan li nexweşxaneyê hatiye kuştin û Zinarê Xamo û hevalên wî jî xwestine cenazeyê wî welatperwerê hêja li Wêranşarê bi rengekî layiqî wî rakin.
Bo wan salan, Zinarê Xamo dibêje ew wê çaxê bi rîya Doktor Şivan ketiye û jiber ku Ahmed Soken jî hevalê wan bûye, Şivancîyan hazirîya merasîmê kiriye. Zinarê Şivancî dide zanîn ku di wan salan de, ku Apocî hîn nebûne hêz, li Wêranşarê xêncî Şivancîyan, ji Kawa û ji TİKO jî çend kes hebûne û wan jî xwestine ew di merasîmê de hazir bin.
Berpirsê Şivancîyên li Wêranşarê Zinar dibêje bo merasîmê ew li ser navê koma wan bi berpirsên Kawa û TİKO re rûniştiye û wan ser slogan û pankartan danûstandin kiriye. Li gor lihevkirinê, wan qirar daye ku ew ti slogan û pankartên dijî Çîn û Sovyetê nexin merasîmê.
Nivîsa Zinarê Xamo û fotografekî ji wê royê raber dikin ku di merasîma qelebalix de serîyek hebûye yek tunebûye. Ne fotograf lê nivîsa Zinarê Xamo jî raber dike ku ji Kawacîyan yekî bi dengekî bilind gotiye ‘’Bimre emperyalîzma Sovyetê!’’ û Kawacî û Şivancîyên li merasîmê bi hev ketine.
Paşa Uzun jî, di kitaba ser xalê xwe Ferid Uzun de behsa wê roya 1977an dike. Xwarzê Paşa yê Şivancî îdia dike ku wan di merasîmê de şer sekinandiye bes Kawacîyan dîsa êrîşî ser wan kiriye.
Di dewamê de bi dema niha, bi present continuous tense Paşa dibêje ‘’Di berîka min de kêreke destan heye, ez ji berîka xwe derdixim û dixim destê xwe, carekê de dibînim ku Ferîd xwe avêtîye pêş hevalên xwe û êrîşê tîne ser min, wê gavê hemû însanên doralîya me ji ber çavên min wenda dibin, bêyî Ferîd kesekî nabînim, ez jê re du caran dibêjim ‘’Ber bi min neyê, ezê li te xim!’’
Eger meriv telebeyê Kurd yê li Erziromê bi destê Tirkperestan hatiye kuştin bifikire û di dewamê de Kurdên di merasîma wî telebeyî de bi hev ketine bibîne.. Çi rewşeke trajîk û bindestîk! Zinarê Xamo bo wê rewşê di sala 2012an de dibêje ‘’kêmaqilî’’ bû. Paşa Uzun jî di kitaba xwe de, ku di sala 2006an de derktiye, hêvî dike ku zarokên welatê wî dilên xwe li hev reş nekin û ti car nebin dijminên ruh û canên hev.
Bes çito ku di sala 1977an de ji miletê Kurd xwarzîyên Şivancî xwe pê kêrê li xalên Kawacî rakişandine, îro ro jî dîsa ji wî miletî ap û birazîyên Apocî û Barzanîcî li şûna ku berê xwe bidin sedemên sereke bi roj û şev bi twîtan xwe li hevdu radikişînin. Belkî loma ye şiîra Ferîd Uzun ya bi ‘’kevokên spî, kevokên spî dê bên firandin’’ êdî ji hêvî û omîdîyan zêdetir xem û eleman çêdike.
Jêder:
Xamo, Zinar: Bloga Hindik - Rindik, 2007 - 2022
Uzun, Paşa: Xalê Min Ferîd, Weşanxaneyê Vateyî, 2006
Li Twitterê Profîlên Çend Kurdan, 2022
Spotify: open.spotify.c...
perxudres.blog...
Wêranşar 1977, Şerê Xal û Xwarzîyan û Kevokên Sipî: open.spotify.c...
Sezen Aksu- Odeyên Zer: open.spotify.c...
Musa Anter, Zeki Müren û Musa Müren: open.spotify.c...
Cahit Sıtkı Tarancı - Xeman Pirs: open.spotify.c...

Пікірлер
🥀Gundî Çito Dimirin?
7:14
perxudres
Рет қаралды 890
Сюрприз для Златы на день рождения
00:10
Victoria Portfolio
Рет қаралды 2,5 МЛН
How it feels when u walk through first class
00:52
Adam W
Рет қаралды 25 МЛН
Sigma baby, you've conquered soap! 😲😮‍💨 LeoNata family #shorts
00:37
Un coup venu de l’espace 😂😂😂
00:19
Nicocapone
Рет қаралды 14 МЛН
📍Li Ber Besrawî û Berazîyên Din
3:26
perxudres
Рет қаралды 1,1 М.
✉️ Mektûba Guhdar R. û Xatirxwestinek
4:22
perxudres
Рет қаралды 1,3 М.
⌚️Saeteka Carpe Diem, Peyvek û Pêşgotinek
5:59
perxudres
Рет қаралды 652
Bi Hesabên Gerê Gertrude Bell #kurdishpodcast
2:50
perxudres
Рет қаралды 61
Сюрприз для Златы на день рождения
00:10
Victoria Portfolio
Рет қаралды 2,5 МЛН