Rojen Barnas - Rojbaş Roza

  Рет қаралды 158,099

ebulenin

ebulenin

Күн бұрын

rojbaş
beyanî be xêr
ez û tu
bi çivik-firê
sê hezar kîlometre ji hevûdû dûr
lê, bi giyanî
ji canê hev ji hev re nêziktir in.
dengê min nagihîje te, dizanim
di vê berdestî sibê
di xewka şîrîn
pêjnê
hilîne
ku bibêjime:
di xewnê de rojbaş
di xeyalê de beyanî be xêr.
bi nermî çavên xwe veke
tevzî li ser tavzîyê bi şîranî
belav ke li canê xwe
û bi giranî
bi bîr bîne ku
ev herikîna pêlên pêjnîn
di ser bej û derya de
bi milmilîn
bi axîn
derketiye.
ev ne nonûçe ye, metirse
ev ragihîn
ev dazanîn e, ji dilê min ve
dilê min
kaniya agir
dilê min
kevanê evîn.
xarîta dinyayê veke li ber xwe
li hêla bakurîn binihêre
tê bibînî
bejekî
ku mîna nikulekî kêrr
serejêrî atlantîkê biye
serî,
ji derya qeşemê gewr
û dilê wê
ji bêriya rojê dixewire
a...
ha!
li wir e,
hêlîna tenyayiya dilê min.
gul li şaxê
kulîlk di guliyê xwe de geştir e.
ku ji avê derkeve
masî
dimire
rast e,
meriv meriv gotiye
masî jî masî...
em,
ne masî ne, ne gul in, ne kulîlk
bi çavek xwas
gava lê bê nihêrtin-
lê em jî
ji hêlîna xwe ya çande-civakî
ku dûrkevin
ji wan gelek
ne teveltirin.
ez,
ne şaxa hewrê
ne şiva mêwê me
ku bêreh hêşîn bibim ji nû ve
ji nû ve reh berdim di axê de.
tu wisa
bi çavekî xwas
bi mantiqekî rût
li sinê min menihêre.
heriya min,
di teşta çandekî mêjûyî de
bi hezar salan
hatiye hevîrkirin
û ez hatime patin
di hêtûna
netewebûyîna
gelekî
kevintirîn
û ez
ji zerduşt pîrtir
ji sedsaleya xwe
hêşîntirîn.
biyanîtî dijwar e, roza
biyanîtî,
kabûsekî har e, di ser sînga meriv de
û tenyayî
mîna dilopekî xwas
li okyanûsa mezin
bi serê xwe:
bê windabûn,
bê fetisîn
jiyîn...
ey tîhna di nav pêlên xwînê de!
meqerime
meqerise
raneweste weşekî
bifûre
bikele
meawiqînê gera xwe
haya te
ji te
hebe.
bo welatê xwe, ji welat dûr im
bo welatê xwe cêlî û tenya
bo welatê xwe,
li van deveran tengezar im.
ey olana heyvê
ku niha
leylana wê li diclê
li firatê diîse
an mîna keçperiyek dileyize
li ser deryaça wanê
û ey kevirên reşî amedê
ku niha
li ber tava wê dibirise:
hûn nizanin ku dilê min
çawa bi we ve ye,
bi bêriya we çawa davêje
çawa dimerise
ji weşê carek.
rozayê!
xweşkokê
şîrînê
hişazayê
li pêş vêna min ronahî
di şêna min de, serketina li xwezayê
lê,
bûka yekşevîn
ku tevî zavê ranezayê:
ramîse ji ber min ve
bi çavên xwe î kesk î belek
stêrkên me
yek bi yek
û derkeve pêrgîna rojê
bi sariya sibê
bibêje:
"ey dostê min î rabirdû
mefera pêşbîra me!
tê kengê bibişirî ji me re?
kengê bi me re
derkevî serketinê?"
roza!
dilmiza, evîna min
xweşî şahî bo te
rojbaş
beyanî be xêr.

Пікірлер: 45
@hasanakcal6954
@hasanakcal6954 2 ай бұрын
Şevbaş hevala min, êvar bixêr. Va dîsa bû şev bê te.
@cezmi_
@cezmi_ Жыл бұрын
Rojen Bernas afirînerê hîsan e, min wateya di helbestên wî da xeynî di ti helbestî da nedît.
@25.09.Refrandom
@25.09.Refrandom 5 ай бұрын
Sîlav ji Lalîşê ❤️💛💚
@arjinkartal
@arjinkartal 6 ай бұрын
Ez û tu Bi çivîk-firê Sê hezar kîlometre ji hevdû dûr. Lê bi giyanî, Ji canê hev jî ji hev re nêziktirin.
@hulyabaran8627
@hulyabaran8627 Жыл бұрын
Ez u te jı hew du durun serhıldan ❤roj baş 😢
@eff_1907
@eff_1907 Жыл бұрын
Alî kardeşimden bana. Teşekkür ederim. Rabbim seni ve aynuru en kısa zamanda kavuştursun. Kavuştuğun zaman buraya yaz olur mu.
@aligunes7385
@aligunes7385 Жыл бұрын
Umarım ikimizde sevdiklerimize en yakın zamanda kavuşuruz. Biyanîti dijware bira.
@nurullahuygun
@nurullahuygun Жыл бұрын
Nivîskara helbestê; Rojen Barnas Dengê te saxbe keko♥️ ”rojbaş Roza, beyanî be xêr ez û tu bi çivîk-firê sê hezar kîlometre ji hevdû dûr lê bi giyanî ji canê hev ji hev re nêziktir in. dengê min nagihîje te, dizanim di vê berdestî sibê di xewka şîrîn pêjnê hilîne ku bibêjime: di xewnê de rojbaş di xeyalê de beyanî be xêr. bi nermî çavên xwe veke tevzî li ser tavzîyê bi şîranî belav ke li canê xwe û bi giranî bi bîr bîne ku ev herikîna pêlên pêjnîn di ser bej û derya de bi milmilîn ji hinavên min î sotîbi axîn derketiye. ev ne no-nûçe ye, metirse ev ragihîn ev dazanîn e, ji dilê min ve dilê min kaniya agir dilê min kevanê evîn. xarîta dinyayê veke li ber xwe li hêla bakurîn binihêre tê bibînî bejekî ku mîna nikulekî kêrr serejêrî atlantîkê biye serî, ji derya qeşemê gewr û dilê wê ji bêriya rojê dixewire a…ha ! li wir e, hêlîna tenyayiya dilê min. gul li şaxê kulîlk di guliyê xwe de geştir e. ku ji avê derkeve masî dimire rast e, meriv meriv gotiye masî jî masî… em, ne masî ne, ne gul in, ne kulîlk bi çavek xwas gava lê bê nihêrtin- lê em jî ji hêlîna xwe ya çande-civakî ku dûrkevin ji wan gelek ne têveltir in. ez, ne şaxa hewrê ne şiva mêwê me ku bêreh hêşîn bibim ji nû ve ji nû ve reh berdim di axê de. tu wisa bi çavekî xwas bi mantiqekî rût li sinê min menihêre. heriya min, di teşta çandekî mêjûyî de bi hezar salan hatiye hevîrkirin û ez hatime patin di hêtûna netewe-bûyîna gelekî kevintirîn û ez ji zerduşt pîrtir ji sedsaleya xwe hêşîntirîn. biyanîtî dijwar e, roza biyanîtî, kabûsekî har e, di ser sînga meriv de û tenêyî mîna dilopekî xwas li okyanûsa mezin bi serê xwe: bê windabûn, bê fetisîn jiyîn… ey tîhna di nav pêlên xwînê de! meqerime meqerise raneweste weşekî bifûre bikele meawiqînê gera xwe haya te ji te hebe. bo welatê xwe, ji welat dûr im bo welatê xwe cêlî û tenya bo welatê xwe, li van deveran tengezar im. ey olana heyvê ku niha leylana wê li diclê li firatê diîse an mîna keçperiyek dileyize li ser deryaça wanê û ey kevirên reşî amedê ku niha li ber tava wê dibirise: hûn nizanin ku dilê min çawa bi we ve ye, bi bêriya we çawa davêje çawa dimerise ji weşê carek. rozayê! xweşkokê şîrînê hişazayê li pêş vêna min ronahî di şêna min de, serketina li xwezayê lê, bûka yekşevîn ku tevî zavê ranezayê: ramîse ji ber min ve bi çavên xwe î kesk î belek stêrkên me yek bi yek û derkeve pêrgîna rojê bi sariya sibê bibêje : - ey dostê min î rabirdû mefera pêşbîra me! tê kengê bibişirî ji me re? kengê bi me re derkevî serketinê? roza! dilmiza, evîna min xweşî şahî bo te rojbaş beyanî be xêr.”
@Serendipityy1
@Serendipityy1 6 жыл бұрын
Mayın tarlasında iki el sevdaydık, aşkımıza şir bulaştı sevdamız yetim kaldı... Kajin♥Ariana
@rozayalcn4457
@rozayalcn4457 3 жыл бұрын
Ha lı wıre helina tenayiya dılemın ROZA ❤️
@eminmetin8132
@eminmetin8132 4 жыл бұрын
Rojbaş Zîzî, beyani be xêr.
@nechirvandereshi8732
@nechirvandereshi8732 Жыл бұрын
dasg xwesh serkifte be
@denizakdeniz9788
@denizakdeniz9788 8 жыл бұрын
bo welate xo jı welat dur ım bo welate xo celiyu tenya bo welate xo le wan deberan tengezar im.. ✌
@jiro8373
@jiro8373 9 ай бұрын
Deng xweš ❤
@rojenbaltas1612
@rojenbaltas1612 11 жыл бұрын
Rojbaş Keke Rojen, Rojbaş Navdaremine bêagah
@siir.duragi
@siir.duragi 4 жыл бұрын
Xweşi şahi bo te roj baş beyani bıxer !
@mustafasahin4981
@mustafasahin4981 3 жыл бұрын
Beyanî bi xer
@CiwanGernas
@CiwanGernas 8 жыл бұрын
Rojbaş Roza, beyanî bi xêr
@keremroj792
@keremroj792 7 жыл бұрын
gitme royam talan olur yüreğim uçsuz bucaksız çöllerde yoksul kalır sevdam sevda içinde
@zekiatabey7211
@zekiatabey7211 5 жыл бұрын
Rojbaş roza🌹
@shekhohussein1005
@shekhohussein1005 6 жыл бұрын
Har bijî 💐
@aysekaya2588
@aysekaya2588 5 жыл бұрын
em zi durun di zanim ciqa le zore gelo cidibi em ciqa le hesdiqin welat oqa dur diqewin serine weqa sememoqa me
@berfuacar453
@berfuacar453 9 ай бұрын
2015 de û ve gavê gohdar dikim ❤
@dusluyorum9580
@dusluyorum9580 4 жыл бұрын
🌹❤️Roj baş Roza 😍🌹❤️
@siyarmamo4286
@siyarmamo4286 5 жыл бұрын
Hest sax bin 🌺🌹
@ferhatnusreturuc1809
@ferhatnusreturuc1809 Жыл бұрын
biyaniti, yané xeribi, ew ki bu roza? xerib yan ji nas?
@berfuacar453
@berfuacar453 9 ай бұрын
Rojen barnas❤
@yarenkayhan8810
@yarenkayhan8810 2 жыл бұрын
Roja ğıyrerojbin😂
@niwemange
@niwemange 12 жыл бұрын
sırf bu şiirleri anlamak için kürtçe kursuna başlicam.
@tariz-muhammetsezen9451
@tariz-muhammetsezen9451 7 жыл бұрын
niwemange 5 yıldır umarim öğrenmişsindir.Ben de 1.5 yıl önce kursa gittim ama hala bu şiirinin bir kısmını anlamıyorum :)
@roswith9244
@roswith9244 6 жыл бұрын
Bana anlamini yazarmissiniz
@Serendipityy1
@Serendipityy1 6 жыл бұрын
Bi an kendimi şanslı hisettim ki Kürdçe yasaklı dildir
@Abish472
@Abish472 4 жыл бұрын
7 Sal derbas bûye ez hêvîdarim ku tu hînî zimanê Kurdî bûye 🌹
@RecepNezan
@RecepNezan 3 жыл бұрын
@@Abish472 Neha bûye heşt sal. Ez jî hêvî dikim ku wisa be (qelpp)
@dilbercin3268
@dilbercin3268 Жыл бұрын
2015💕
@yarenkayhan8810
@yarenkayhan8810 2 жыл бұрын
Sersera😇
@rozaakay1050
@rozaakay1050 3 жыл бұрын
@r.esmray
@r.esmray Жыл бұрын
♥️
Rojbaş Roza - Rojen Barnas
6:20
serdar laçin
Рет қаралды 1,6 М.
Симбу закрыли дома?! 🔒 #симба #симбочка #арти
00:41
Симбочка Пимпочка
Рет қаралды 5 МЛН
Yay😃 Let's make a Cute Handbag for me 👜 #diycrafts #shorts
00:33
LearnToon - Learn & Play
Рет қаралды 117 МЛН
Rojen Barnas - Rojbaş Roza (Deng: Erol Şaybak)
6:20
Asoya Helbesta Kurdî
Рет қаралды 9 М.
Xelîl Xemgîn - Hicran (Official Audio)
5:42
Xelîl Xemgîn Official Account
Рет қаралды 77 М.
Rênas Jiyan - Sirûda Kurdistanê
4:23
Hişyar Aydin
Рет қаралды 151 М.
Seyda Perinçek Şeva dile te (Axa singa te) Yeni
4:55
Seyda Perinçek
Рет қаралды 12 МЛН
Selman Omeryanî -Baskên Bi Xwîn
5:41
Selman Omeryani
Рет қаралды 2,8 М.