ÇÎROKA GÊNC XELÎL Û HEVSÊ XANIM - DENG:M. SEYDÎ

  Рет қаралды 11,082

MIHEMED SEYDÎ

MIHEMED SEYDÎ

4 жыл бұрын

ÇÎROKA GÊNC XELÎL Û HEVSÊ XANIM - DENG:M. SEYDÎ
Mêjî ne zêr be, bejin tev de zêr be çiye.Keça kurd ya bi esil, xemil û zêr û zîvên xwe dike nail û bizmar bo hespê evîndarê xwe . ew ne tenê bo evîndarê xwe, dikare bo hespê evîndarê xwe jî tiştên xwe yên bi qîmet pêşkeş bike.

Пікірлер: 8
@mihemedseydi8164
@mihemedseydi8164 4 жыл бұрын
GÊNC XELÎL Paytexta dilan û hêlîna Evîndaran, mezintirîn bajarên kurdistanê Diyar Bekir. Beriya Mîladê, 1300 bi navê Amîd dihat naskirin. Pişte bi navê, Amed, Ameda Reş, Diyarê Bekir û wekî DiyarBakir hatiye guhertin. Ji demên kevin û qedîm ve her û her bûye navenda çand û siyaseta kurdan. Ameda Rengîn bi destan û çîrokên xwe yên dil şoj jî tijîye û navdare.Yek ji van çîrokan jî ya Gênc xelîle û Hevse Xanimê ye. li nava koçe û kolan, burc û kelehên Amedê çîroka Gênc Xelîl veşartiye. Çîroka gênc xelîl zêde li nava kurdistanê nehatibe belav kirin jî, lê bi riya dengbêjên kurdistanê hatiye ziman. Tê gotin, Gênc Xelîl, serbazeke di nava Artêşa Osmaniyan de ye. Diçe seferê û tevlî nava qadên şer û artêşa Osmaniyan dibe. Gava mirov guhdarî çîroka Gênc xelîl dike, gelek êş û dilsojiya ku gelê kurd ji destê dagirkeran kişandiye tê bala mirov. ku dagirkeran bi salan gêncên kurdan dibirin Eskeriya îcbarî û cebhên şer. Gelek gêncên kurdan li Yemenê, Ceneqelê û di dîroka serdema nêz herî dawî li Qubrisê hatine kuştin. ... Hefse Xanim bi xwe çîroka evîna xwe û pismamê xwe gênc xelîl vedbêje. Ev jî cûdabûn çîrokê ji çîrok û destanên din ên evîndariyê ne. Bircên qedîm, kevirên reş ên diyar bekir, şahidê vê çîrokê, ji xumamiya sedsalên dûr, hawara hevse xanimê tîne, û wek bayekî hênik li nava deşt û çiyayên amedê belav dike... Gênc xelîl û Hevse Xanim dotmam û pismamên hevin. Tê gotin ku Hevse pismamê xwe Gênc xelîl di xewna xwe de dibîne û ew aşiqî hev dibin. Wê demê Walîek heye û dixwaze herêmên derûdorê bixe bin destê xwe û hukmê xwe fireh bike. Lê li qehreman û lehengan digere bo pêşengiya vî şerî bikin Wezîr û şêwirmendên wî jêre dibêjin: xurtekî Kurd heye navê wî Gênc xelîl û ew leheng û mêrxazeke. Heger tu wî peyde bikî û karibî qanih bikî da ku têkeve bin ferman û emrê te, tuyê karibî bighêjî meqsedên xwe. Walî fermanê dide û dibêje: “biçin li Gênc xelîl bigerin, bibînin û bînin.” Şêwirmend û efser bi emrê Walîê xwe dikevin tevgerê û derdikevin gera li Gênc Xelîl. Heft roj û heft şevan li gênc xelîl digerin. Herî dawî li Diyarbekir dibînin. Şêwirmendê walî xwe bi gênc xelîl dide nasîn û dibêje: “Walî ez şandim, ew te dixwaze. Hewceya wî bi te heye.” Gênc xelîl li hespê xwe siwar dibe û li gel şêwirmend û efseran berê xwe didin cem Walî. Dema dighêjin cihê Walî, silavê didin û walî jêre meqsed û daxwazên ku bo wê gazî Gênc Xelîl kiriye dibêje: Gênc xelîl, tu mêrxasekî û daxwa û metleba min ji te ew e ku bibî serefserê artêşa min, daxwaz û metlebê te jî çi dibe, ez hazirim ku pêk bînim û tişta ti bixwazî ez amade me bi cih bînim.” Gênc xelîl ji walîe dibêje: “keç apa min heye û apê min paşaye. ger tu dotmama min ji min re bixwazî ezê jî daxwazên te qebûl bikim û bibim siwariyekî artêşa te.” Walî dibêje: “başe, ev daxwaza te hêsane.” Walî gazî apê Gênc Xelîl dike û daxwaza keça wî bo Gênc xelîl dike. Ê walîe, kî dikare jêre bibêje na, ger ku tiştekî bixwaze ew ê kî li pêşiyê bisekine. Û hevsê jê Gênc xelîl re dixwaze. Hazirtiya dawetê dikin, heft roj û heft şeva dawetê çêdikin û dizewicin. Gênc xelîl û dotmama xwe 3 rojan li gel hev dimînin û gênc xelîl xwatir dixwaze û weke ku soz dabû walî,berê xwe dide sefera şer.. Demekî baş derbas dibe, gênc xelîl gelek bajaran fetih dike. Gênc xelîl di qada çengê de qehremaniyek pir mezin nîşand dide û di şerekî de birîndar dibe. Piştî birîndar dibe, nikarê şer bike, Naxwaze vegere jî. Li cihekî tenê dimîne, dixwaze birîna xwe derman bike û disa vegere nava şer. Lê her ku diçe birîna wî giran dibe û dikeve haleta mirinê. Roj diçin, şev derbas dibin. Dilê hevse Xanimê li gel pismamê wê Gênc Xelîl e.Gelek kes ji sefera şer vedigerin memleketê xwe, cih û malên xwe, lê Gênc xelîl ê ku hevselê çav li rê ye, ne di nava wan de ye.Hevsê Xanim derdikeve pêşiya seferciyan, li bendê dimîne, ji seferciyan pirsa pismamê xwe dike. Sefercî jê dipirsin:”pismamê te yekî çawa ye”. Hevse dibêj: “pismamê min bejin zirave, siwarê hespekî boz, enî belek bi deqaye, fetha heft bajara li ser desta ye”. Lê bê bersiv dimîne pirsa wê. Mêjî ne zêr be, bejin tev de zêr be çiye.Keça kurd ya bi esil, xemil û zêr û zîvên xwe dike nail û bizmar bo hespê evîndarê xwe . ew ne tenê bo evîndarê xwe, dikare bo hespê evîndarê xwe jî tiştên xwe yên bi qîmet pêşkeş bike. Hevsê xanim ji dilê xwe yê bi hesreta pismamê xwe distirê û dibêje: Were lê lê were lê lê were lê lê Ezê rabim nivîna raxim, baalgiya bidim ber bale Ezê kembera xwe bişkênim ji hespê gênc xelîl ra bikim nail, bazinê xwe bişkênim bikim hurde bizmare. Ezê biskên xwe bibirim bikim reşme, dox û serhefsare Gênc xelîl bînim siwar bikim li gumêtekî tal e Bila ev nîşan di nav Osmanîyan de bête xware Bila nebêjin pismamê min Gênc Xelîl siwarekî kurd e, çendî bê kar û bare Şeveke tarî yên demsala zivistanê, Hevsê Xanim ya ku bi hesreta dîtina pismamê xwe ye, dinêre vaye dengekî nexweşokî tê, bang dike, dibêje: tu mêvana qebûl dikî? Hevsê Xanim dibêje: “sersera serçava.” Û ber bi wî ve diçe. Genc xelîl dibêje:” zêde nêzî min nebe, ji ber ku ez nexweşim, nexweşiya min jî giran e, ez naxwazim tu bi nexweşiya min bikevî.” Hevsê Xanim, nû fêmdike ku mêvanê wê Gênc xelîle. Pismam û evîndarê wê ye. Gênc xelîl ji ber nexweşiya xwe ji hal ketiye û êdî ronî di çavên wî de nemaye. Heta baş hevsê Xanim jî nabîne, Hevsê xanim bala xwe dide pismamê xwe dibîne ketiye çi halî. Gelekî ber halê Gênc xelîl dikeve, lê gênc xelîl nahêle nêzî bibe, bo ku ew jê nexweş nekeve. Gênc xelîl dibêje: “ dilê min pir teng bûye , bo evîna min û welatê min,. Eger tu ji min re stranekê bêjî, ezê pir kêfxweş û dil rihet bibim. Hefsedê bi dilê xwe yê bi kul, bi dengekî zîz û dilsoj dibêje: Were lê lê were lê lê were lê lê Ezê rabim nivîna raxim, baalgiya bidim ber bale Ezê kembera xwe bişkênim ji hespê gênc xelîl ra bikim nail, bazinê xwe bişkênim bikim hurde bismare. Ezê biskên xwe bibirim bikim reşme û dox û serhefsare Gênc xelîl bînim siwar bikim li gumêtekî tal e Belê ev nîşan di nav Osmanîyan de bête xware Bila nebêjin pismamê min Gênc Xelîl siwarekî kurd e, çendî bê kar û bare.. Dema hevsê xanim strana xwe diqedîne, Gênc xelîl rihê xwe teslîmî xwedayê dilovan dike û bardike ji dunya fanî. Ji wê demê ve, bi dengê dengbêjan, Gênc xelîl û dotmama wî hevsê di karwana evîndarên nemir de cihê xwe digrin. Nivs:Mihemed SEYDÎ
@nazemalali4824
@nazemalali4824 4 жыл бұрын
💚❤💛💚❤💛💚❤💛
@nazemalali4824
@nazemalali4824 4 жыл бұрын
🇱🇹🇱🇹🇱🇹🇱🇹🇱🇹🇱🇹🇱🇹🇱🇹
@nazemalali4824
@nazemalali4824 4 жыл бұрын
🙏🙏🙏🙏🙏🙏🙏🙏
@nazemalali4824
@nazemalali4824 4 жыл бұрын
💐💐💐💐💐💐💐💐
@ronahiabbas9377
@ronahiabbas9377 4 жыл бұрын
🌸✌
@nazemalali4824
@nazemalali4824 4 жыл бұрын
😔😔😔😔😔😔😔😔
@zaningehafeqiyeteyran3274
@zaningehafeqiyeteyran3274 4 жыл бұрын
çawa dibêjin wîkîpedia amedê. serkeftin heval. kzbin.info/www/bejne/oaWUdpx4iq-kl9k
KAWÎS AXA - DENGÊN NEMIR
24:00
PELFİLM TV
Рет қаралды 93 М.
Dastanên Dengbêjîyê - Edol û Genc Xelîl
30:26
Waar Media
Рет қаралды 11 М.
ОСКАР vs БАДАБУМЧИК БОЙ!  УВЕЗЛИ на СКОРОЙ!
13:45
Бадабумчик
Рет қаралды 6 МЛН
Самый Молодой Актёр Без Оскара 😂
00:13
Глеб Рандалайнен
Рет қаралды 8 МЛН
Clowns abuse children#Short #Officer Rabbit #angel
00:51
兔子警官
Рет қаралды 74 МЛН
This is not my neighbor  Terrible neighbor! #funny #zoonomaly #memes
00:26
Kurmanc bakuri genc xelil 20.05.2022
4:00
Kurmanc bakuri
Рет қаралды 2 МЛН
Xanî Baba
9:51
Ayhan ERKMEN
Рет қаралды 2,9 М.
ÇÎROKBÊJ - ÇÎROKA SEYADÊ ŞAME
10:18
PELFİLM TV
Рет қаралды 14 М.
Derwêşê Evdî
44:08
TRT Kurdi
Рет қаралды 20 М.
SÎBERA DESTANÊN KURDÎ - ZEMBÎLFIROŞ
15:04
PELFİLM TV
Рет қаралды 274 М.
Delil Dilanar & Kurmanc Bakuri   Mete , Hozan Daxe , Kine
12:04
Delîl Dîlanar - Official Music
Рет қаралды 491 М.
DENGÊN NEMIR -  SÛSIKA SIMO
27:08
PELFİLM TV
Рет қаралды 14 М.
SÎBERA DESTANÊN KURDÎ - DEWRÊŞÊ EVDÎ BEŞA 1
15:23
PELFİLM TV
Рет қаралды 64 М.
Karapetê Xaço - Filîtê Quto (Official Audio)
7:20
KOM MÜZİK
Рет қаралды 489 М.
ОСКАР vs БАДАБУМЧИК БОЙ!  УВЕЗЛИ на СКОРОЙ!
13:45
Бадабумчик
Рет қаралды 6 МЛН