No video

Tara Mamedova - Lê Gulê - [ Official Audio | © 2022]

  Рет қаралды 351,948

Tara Mamedova

Tara Mamedova

Күн бұрын

Silav û rêz!
Gohdarên me yên delal û ezîz, em ê îro bi 3 stranên gelêrî yên Kurdî bibin mêvanê we. ‘Govend e’, stranek ji devera Zaxoyê ye ku ji alîyê hunermendê nemir Erdewan Zaxoyî ve hatîye gotin. Strana ‘Çavreş’, min di zaroktîya xwe de li ser radyoya Êrîvanê ji dengê nemir Temûrê Tele lê gohdar kiribû. Strana ‘Lê Gulê’, jî min berîya çar salan ji dengê hunermendê qedirbilind M.Arif Cizîrî lê gohdar kiribû û dil dabûyê.
Ji zû de ye ku min dixwast ez kurtealbûmekê ji stranên gelêrî yên Kurdî çêbikim. Ew stranên gelêrî, cewhera rih û dilê me ne. Ez bi xwe weke hunermendeke derbederbûyî welat, çi caran wan stranbêjan jibîr naekim û nahêlim bên jibîr kirin. Ev her 3 stran wekî EP bi navê Zîv hatine weşandin. Di meha Gulanê de jî em ê bi 2 stranên nû bi we re bin.
Ger we strana me eciband ji kerema xwe re pê li bişkoka ecibandinê bikin û bi şîroveyên xwe me kêfxweş bikin ☺️û ji bo piştgirîyê bibin abone qenalê me👆🙏
Sipasîya min a taybet ji bo lêkolînvan û berhevkara stran û awaza Kurdî, Zeyneb Yaşê ye ku bi xêra keda wê ya mezin min xwe gihand van stranên zêrîn. Her carê, bi her awayî alîkarîya wê ya ku dighê min bo min pir bi qîmet û hêja ye.
- Her wiha hûn dikarin, tekstê strana ‘’Lê gulê”ya bi kurdî li jêr e
hilbijêrin û jiber bikin:)
Music&lyric: M.Arif Cizrawî
Collected by: Zeyneb Yaş
Arrangement: Serkan Duran
Mix&Masteeing: Erman Aydoner
Studio: Harun Elki
Violin,Buzuki,Cümbüş,Ud, Percussion:Serkan Duran.
Bass Gutar: Şener Yilmaz
Guitar : Harun Elki
Clarinet, Duduk: Erdi Arslan
Photographer:Murat Arik
Producer:Tara Mamedova
Sponsor: Yalçın Arı
Redected: îbrahim Xort
Mekuep Artist: Ezgi Turna Sadeghi
Translation/Çeviri: Mehmet Şarman-Hasan Bayam
Lyrics
Lê Gulê, lê Gulê helawa têr kakilê
Helawa têr kakilê min xwarî lê’ji işq û dilê
Eman neman yar yar Gulê
Dexîl eman yar yar Gulê
Helewa têr kakilê
Min xwarî lê’ji işq û dilê
Eman neman yar yar Gulê
Dexîl eman yar yar gulê
Helewa tijî kakilê
Herkes tê lê mala gula, bêbextî lê lê lê gula
Yexsîrê çandî gula, were were nav gula
Eman neman yar yar Gulê
Dexîl eman yar yar Gulê, helawa têr kakilê
Min xwarî lê’ji işq û dilê
Min xwarî lê’ji işq û dilê
Eman neman yar yar Gulê
Dexîl eman yar yar Gulê
Helewa têr kakilê
Ji Cizîrê çavreş e, werzê pî lê zebeş e
Zebeşe dendik reş e, Zebeş e dendik reş e
Eman neman yar yar Gulê
Dexîl yeman yar yar Gulê, helawa tijî kakilê
Min xwarî lê’ji işq û dilê
Min xwarî lê’ji işq û dilê
Eman neman yar yar Gulê
Dexîl yeman yar yar Gulê
Helewa tijî kakilê.
Linke tıklayıp Tara Mamedova KZbin kanalına ucretsiz abone ol
/ taramamedova
Folow Tara Mamedova
INSTAGRAM
/ taramamedova
TWETTER
/ taramamedova
FACEBOOK
/ tara.mamedova
WEB
Contact: Azad Bozan : +90 (533) 165 21 02

Пікірлер: 224
@TaraMamedova
@TaraMamedova 2 жыл бұрын
Delano, delalîkno bi hêvîya ev stran di dilên weda Kulîlkên welatê me veke. Ger we heskir van staran bê şîrove nehêlin ezê jî bi kêvxweşî bixwînim û bibersivînim 🥰🌹☺️❤️
@berivan3947
@berivan3947 2 жыл бұрын
Tu jî ji bo muzîka kurdî helawa têr kakil î, digel silav û maçkirin pir têye hezkirin😄🤗😘❤️💐
@mahsumbarcin2591
@mahsumbarcin2591 2 жыл бұрын
saeta te xweş. stranek û dengekî pir xweş e. ez ji qet helawê heznakim. lê piștî vê stranê ezê aniha kîloyek helaw bikirim û daqurtînim :))
@seyfettincanbuldu3726
@seyfettincanbuldu3726 Жыл бұрын
Dêm baş weğt hêrdêm ronayî bê bî şênû şênayî bê kâ wê zehmed kî cêwabî mê dâ gêlêk dılğêş bûm hewâr bâş bê
@seyfettincanbuldu3726
@seyfettincanbuldu3726 Жыл бұрын
🙋👍
@dogan5772
@dogan5772 Жыл бұрын
Xvuşka me delal em bi te serbilindin. Tu hunermenda me Bi rumeti
@ronikurds
@ronikurds 2 жыл бұрын
Pîroz û serkeftin Tara û Kurdî her hebin 🙏☀️🌹
@smitnas2915
@smitnas2915 2 жыл бұрын
Em li benda wene
@zazakikirdi4316
@zazakikirdi4316 2 жыл бұрын
Ez heyrana dengê te ♥️👑♥️
@suaypis8047
@suaypis8047 2 жыл бұрын
Te gelek xweş şîrove kiriye divê mirov guhdarî bike gelekî xweş çêbûye deng û dilê te sax
@hhz7590
@hhz7590 2 жыл бұрын
silav ji Rojavayê kurdistanê 🌹💕🌹
@Roza-we6iz
@Roza-we6iz 2 жыл бұрын
Can can
@viyanpeyman6526
@viyanpeyman6526 2 жыл бұрын
Ez bi kelecani li virim ❤️🌹🥰🥰
@Roamed21
@Roamed21 2 жыл бұрын
Stranka gotinê wî jî muzîka wî jî pir xweş e. Bi dengê stranbêja me ya mezin Tara mamedov baştir bûye. Ji stran û muzîkhesek mîna min ra karên nû yên mîna vî karî pir pêwîst in.
@TaraMamedova
@TaraMamedova 2 жыл бұрын
🌹☺️🙏
@salihazizoglu2602
@salihazizoglu2602 2 жыл бұрын
Her tim serkeftî bî,dest û dilê te sax be…
@nurdenizli9006
@nurdenizli9006 2 жыл бұрын
Bila ji me Kurdan re bibe diyarî.. Serkevtî be Tara Mamedova :) ☀️✌🏻
@TaraMamedova
@TaraMamedova 2 жыл бұрын
🌹🌹
@serhatroni9859
@serhatroni9859 2 жыл бұрын
Her bijî, pir xweş çêbûye.
@sahincadrc1898
@sahincadrc1898 2 жыл бұрын
Ji xwe tu bi tena serê xwe wek kulîlkêye 😘😘
@kadimkan6673
@kadimkan6673 2 жыл бұрын
Pir biji Tara xan💐💐💐
@maksabdi4116
@maksabdi4116 2 жыл бұрын
Мы очень рады услышать вас вновь 🥰😘😘
@nedimyldrm683
@nedimyldrm683 2 жыл бұрын
Gellek spas! Tara Mamedova! Şahiya strane.
@TaraMamedova
@TaraMamedova 2 жыл бұрын
☺️🌹🙏
@siibois5445
@siibois5445 2 жыл бұрын
Te gelek xweş şîrove kiriye divê mirov guhdarî bike gelekî xweş çêbûye deng û dilê te sax be
@TaraMamedova
@TaraMamedova 2 жыл бұрын
🌹☺️🙏
@imamtercan5026
@imamtercan5026 2 жыл бұрын
Denge te u muzika te pir base
@yaqubm.khalid6960
@yaqubm.khalid6960 2 жыл бұрын
Her hebî hunermenda hêja, stranek gelekî xweş û geş û serkeftî çêbûye. Hêvîdarim di jiyana we ya hunerî de di hemû karên xwe de wisa serkeftî bî. ❤️
@azader1738
@azader1738 2 жыл бұрын
Bi awakî cûda💐🙏gelek xweş çebûye herbijî 🙏💐❤️
@TaraMamedova
@TaraMamedova 2 жыл бұрын
🌹☺️
@rdvanaksoy2562
@rdvanaksoy2562 2 жыл бұрын
👏👏👏👏👏Pîroz bê. Pir xweş çêbûye
@alievashamom3136
@alievashamom3136 2 жыл бұрын
Прекрасный голос 👍♥️
@yasemin1074
@yasemin1074 2 жыл бұрын
Çi diyari ki xweş û zelal. Serkeftin serkeftin be!🧿💐❤🙋‍♀️☀️
@TaraMamedova
@TaraMamedova 2 жыл бұрын
🌹☺️🙏
@yasemin1074
@yasemin1074 2 жыл бұрын
Piroz be! Dest û nefese te sax bin!
@viyanpeyman6526
@viyanpeyman6526 2 жыл бұрын
Dengê te her dinê be sılav û hezkirin her hebi
@nazlcanhanm2901
@nazlcanhanm2901 2 жыл бұрын
PIROZ BE. 'LE LE LE GULE 🌼 💜
@TaraMamedova
@TaraMamedova 2 жыл бұрын
☺️🌹🙏
@fiziknas
@fiziknas 9 ай бұрын
Bijî, deng li dinê be.. Bêhempa ye..🌹🌹🌹🌹🌹🌹❤️❤️❤️❤️
@Hevsel217
@Hevsel217 2 жыл бұрын
Wey tu her hebî. Tu jı gula Kurd a yî. Ez te gelek slav dikim. Kar û xebatên te da serkeftin
@azadibrahimserdaroglu8499
@azadibrahimserdaroglu8499 2 жыл бұрын
Ez pir şa bûm! 🤗🥳🥳🥳 Her bijî ji bo vê hûnera we ya rind û zelal! Stîla we ya di şikilde tê xûyakirin jî pir li we tê! Perfect! 👏👏👏👏👏👏👏👏
@TaraMamedova
@TaraMamedova 2 жыл бұрын
☺️🌹🙏
@user-qn9gz8gb4c
@user-qn9gz8gb4c 2 жыл бұрын
❤👍👍👍👍супер хушка далал
@JesuisK
@JesuisK 2 жыл бұрын
Ez Heyrana dengê te...
@smitnas2915
@smitnas2915 2 жыл бұрын
Tü her hebin hunermenda hêja 👏👏👏👏👏👏👏👏👏
@ahinhussein8456
@ahinhussein8456 2 жыл бұрын
Pîroz be albûma te 🌾🌾❤️
@selahattinyuce9923
@selahattinyuce9923 Жыл бұрын
Dengekî Kurdî ye u Kurdistanîye. Ji dil u can, ji behna gulen zozan, ji nergizê ber deşt u çeman, ji nivê buhişta welatê min tê ev deng u awazen zêrîn. Her bijî tu kulilka ber dilan heja u bi rumet Tara hunermend.. Bravoooo...
@kayakh8597
@kayakh8597 Жыл бұрын
Ji kurdistana xorasanè ìranè silav her Hebî❤❤
@ferhatylmaz3970
@ferhatylmaz3970 Жыл бұрын
Serkeftın Tara Mamedova 😊
@ferhatnusreturuc1809
@ferhatnusreturuc1809 Жыл бұрын
Qizé te çer kıriye awa!, wellehi te muzikek pır rınd u xweş çékıriye.
@Ciyazagros-cw3gg
@Ciyazagros-cw3gg 11 ай бұрын
Hertim serkeftibi ,beri xan,klamek tam serhedi u bi dengeki weki bülbülè serhedi ,gelek spas ku te dilème rehetkir
@JesuisK
@JesuisK 2 жыл бұрын
Piroz be (Congratulation)❤️❤️👏👏
@laras.4644
@laras.4644 2 жыл бұрын
Slav je wera ✋ Ez Gelekî Hiz tê dêkem Xanema Tara ❤️
@caylagngundemi2014
@caylagngundemi2014 Жыл бұрын
Kurbana dengê te ♥️
@cevdetguzel3102
@cevdetguzel3102 2 жыл бұрын
Har kürde Silav dikim.strana we le gule piriz bibe
@siyardurmus1853
@siyardurmus1853 2 жыл бұрын
Denge te saxbe ez heyran 💯💯💯👏👏👏
@user-jn2xn9rf3r
@user-jn2xn9rf3r 2 жыл бұрын
Ждём с нетерпеньем
@beyzaates255
@beyzaates255 2 жыл бұрын
Tenê dengek heye ku di îmtîhanan de stresa min sivik dike ew jî tara ye.
@muratabo8785
@muratabo8785 Жыл бұрын
Tü ciqas delali u şirini😘😘
@serdarozbek2537
@serdarozbek2537 2 жыл бұрын
Deng e eziz u zelal. Gel ki spas her dem tu galak bash bi..🌸
@manukmonte6136
@manukmonte6136 2 жыл бұрын
Good Soong.super . Hello Tara Armenia 🇦🇲🇦🇲🇦🇲🇦🇲🇦🇲
@TaraMamedova
@TaraMamedova 2 жыл бұрын
🌹🙏☺️
@kurdipkk8910
@kurdipkk8910 11 ай бұрын
Ji rojavayê Kurdistanê silavên xwe dişînim, straneke pir xweş ❤
@serokwezirepivazan6920
@serokwezirepivazan6920 2 жыл бұрын
Pirozbe pîr xweşik e stran ( ꈍᴗꈍ)( ꈍᴗꈍ)
@hogr2987
@hogr2987 2 жыл бұрын
Dangi ta har haba.
@tanjuozarslan263
@tanjuozarslan263 2 жыл бұрын
Böyle güzel şarkılar neden ülkemizde rağbet görmez anlamış değilim saçma sapan şeyler okuyan amatörler ön plandayken böyle seslerin daha ön planda olması lazım Ama mamedova'nın sesi bı harika
@TaraMamedova
@TaraMamedova 2 жыл бұрын
🌹🌹
@gosirmet1817
@gosirmet1817 2 жыл бұрын
Ti xanimêka hêja ya. Vengê to zêrnin o ♥️♥️
@TaraMamedova
@TaraMamedova 2 жыл бұрын
🌹☺️🙏
@gulsenozel2142
@gulsenozel2142 2 жыл бұрын
Abim bana bu sabah yolladı 🙏❤️ rojbas
@TaraMamedova
@TaraMamedova 2 жыл бұрын
🌹☺️🙏
@gosirmet1817
@gosirmet1817 2 жыл бұрын
Gelek xweş e. Deng li dinê be 👏🙏
@nasirsorani9413
@nasirsorani9413 8 ай бұрын
Her bijî
@Ademkurdi2625
@Ademkurdi2625 Жыл бұрын
Welle stranek pır xweşe welle dengegji pır pır başe rınde 😊 Spas Tara Mamedova 😊
@alibozan8925
@alibozan8925 2 жыл бұрын
Her bijî gulê :)
@niyazikelekcier3388
@niyazikelekcier3388 2 жыл бұрын
Biji✌️✌️ Sitran ji helaw Xweştir buye Sıpas jıbo keda we🙏🙏🤗
@eneskarabulak
@eneskarabulak 2 жыл бұрын
Kürtçe şarkıların bu tür tarzlara ihtiyacı var. Emeğine sağlık 👏🏽
@filankess
@filankess 2 жыл бұрын
@@simkomed6651 her bijî
@mehmeteminturkuz5031
@mehmeteminturkuz5031 2 жыл бұрын
Seet te xweş be. Pir başe.
@Hawarhavin
@Hawarhavin 15 күн бұрын
Işki dil pirr xirabe.lê tû tişt jî,be dil nabe...
@Aysenur-hk3kl
@Aysenur-hk3kl 6 ай бұрын
Ayy dılemın heliya♥️
@omerpkds6843
@omerpkds6843 2 жыл бұрын
Dengekê wek terapî serkeftin ji bo te ✌️
@periseddadi3063
@periseddadi3063 2 жыл бұрын
😍 tam ji dema xwe de hatin ev stranen xweş🙏🏼min hemî ya xist playlista xwe yê newroz❤️
@savassahin2668
@savassahin2668 2 жыл бұрын
Seet xweş mamoste 🌺🥰 dengêteyi xweşîk saxbe 👏👏
@caynakli01
@caynakli01 9 ай бұрын
❤gelek spas, roja we xweş
@Kechouli
@Kechouli Жыл бұрын
Tara Mamedova ❤❤❤❤🎶🎵🎼👍👍👍👍❤️🙏🌹🌹🌹🌹👌gelek spas denge xwesh spas deng u dle te sax be perfekt . Bravo ❤👏👏👏👏👏🎶🎵🎼🎶🎵🎼zimane kurdi zimanek pr xweshe .👍👍👏👏👏
@user-ke8qo2ly6r
@user-ke8qo2ly6r 3 ай бұрын
Helawa diyarbekir❤
@trc825
@trc825 2 жыл бұрын
Çiqa xwêş bu ye💚❤💛
@fadilesahin565
@fadilesahin565 2 жыл бұрын
İsvicrede ki nisanlim yusufuma armağan olsun herkes sevdiğine kavuşmasi dileğiyle 💛❤️💚
@newaldertv
@newaldertv 2 жыл бұрын
Caneeeeee cannnnn
@user-yv2kz8gf8z
@user-yv2kz8gf8z 2 жыл бұрын
Супер песня слов нет
@sabriozbey9391
@sabriozbey9391 2 жыл бұрын
Stranek gelek heja. Behn a mirov fireh dike 🌺🌺🌺🙏
@idrisgezer1486
@idrisgezer1486 2 жыл бұрын
💚❤💛🍀🌺✌✌ biji tara
@gemiyapenaberan8547
@gemiyapenaberan8547 2 жыл бұрын
Hest û deng her û her bimînin Zindî Mamosta hêja Tara
@Mirh4t
@Mirh4t Жыл бұрын
Deng û dilê te saxbe, tu weke kaniyek cemidî ku ji kurahiya çiya tê distirî 💫
@aysegonul9878
@aysegonul9878 2 жыл бұрын
Serkêftin bi herhebî dengu dilete saxbi sihhet xweş 👌👏🎶💞🦋♥️☀️🌙💙🐦🙏🏻
@TaraMamedova
@TaraMamedova 2 жыл бұрын
🌹☺️🙏
@ahmetcancan7346
@ahmetcancan7346 2 жыл бұрын
Bu parçayı neden daha önce dinlemedim de kendime kızıyorum mükemmel ötesi
@xortewane4775
@xortewane4775 2 жыл бұрын
Tara me tu jî helewa têrkakilê yî ❤️👏
@KulîlkXanim
@KulîlkXanim 2 жыл бұрын
Tara xan kilama Gulşirînê kanî em li benda wê jî bûnn😍😍😍
@TaraMamedova
@TaraMamedova 2 жыл бұрын
Gulşirînê meha Gulanê tê ☺️
@_souzan_7498
@_souzan_7498 2 жыл бұрын
روعة ماسمعت اليوم نجاح الدائم تارا العشق
@srsmusic_
@srsmusic_ 2 жыл бұрын
Eskilerin değerlerini bu kadar güzel bir şekilde bizlere aktaran çok az sanatçı var, ve değerlerini bilmemiz gerekiyor. İyi ki varsınız 🤍🎶
@TaraMamedova
@TaraMamedova 2 жыл бұрын
🌹☺️🙏
@user-nh9sr1mg4m
@user-nh9sr1mg4m 2 жыл бұрын
Спасибо за песню😘
@zekibazidli8807
@zekibazidli8807 8 ай бұрын
Deng û Kêd xwes hejaye Slawe heja wêra ✌🏻✌🏻
@candakurdan
@candakurdan 2 жыл бұрын
🌸👍 nexwe em herine govendê
@meysungul7954
@meysungul7954 2 жыл бұрын
Gellek xweşe🤗
@bedirgozen3926
@bedirgozen3926 5 ай бұрын
Xeş bijin ❤
@AaaAaa-sk6xp
@AaaAaa-sk6xp 2 жыл бұрын
Прекрасный голос приятный и жизненная песня 👏👍👌🤲🌹🌴🌻🥀🌷браво Таре браво 👏
@tuncerusar960
@tuncerusar960 8 ай бұрын
Jib bo awazeke zelal. Jineke delal. Hunereke baş. Her bijî.👏👏💯
@seydaresho7328
@seydaresho7328 5 ай бұрын
Her tim serkeftî bî,dest û dengê te sax be… dotmam
@nihalzeybek9699
@nihalzeybek9699 4 ай бұрын
Mahalle yokuşunu güle oynaya iniyormuşsun gibi bir mutluluk veriyor 🥰🌹
@medavasin
@medavasin Жыл бұрын
Stranên gelêrî bi dengên nûjen bêhtir xweştir dibin. Dilê te sax be
@osmanosman9239
@osmanosman9239 2 жыл бұрын
Pir xweş bû
@Yekemcar
@Yekemcar 2 жыл бұрын
Tew, tew, tew ... ez ķurban bim xwudê û yezdeha vê kilamê, mi pir jê hez kiriye ❤
@TaraMamedova
@TaraMamedova 2 жыл бұрын
☺️🌹
@user-fy2uz1zj4v
@user-fy2uz1zj4v 5 ай бұрын
Pîroz be û serkeftin ji bo stranêki delal û şirin û Silav û rêz heta welatê Fransa ❤❤
@muhammedekinci1
@muhammedekinci1 2 жыл бұрын
Bijî zimanê Kurdî
@Nigara-Music
@Nigara-Music 2 жыл бұрын
Шикарно, великолепно 👍👍☀️🌸
@seracettinaktas
@seracettinaktas Жыл бұрын
Her hebî xûşka delal
@mervealay2801
@mervealay2801 2 жыл бұрын
Şarkının sözlerini de yazar mısınız rica etsem?
@diaiaazarm
@diaiaazarm 2 жыл бұрын
Keça welatê xwe ❤☀️💚
@RamazanKayar-rv4kf
@RamazanKayar-rv4kf Жыл бұрын
Wunderschön
@simurg7777
@simurg7777 2 жыл бұрын
Deng u dilê te saxbi delalê
Tara Mamedova - Çavreş - [ Official Audio | © 2022]
4:00
Tara Mamedova
Рет қаралды 202 М.
Tara Mamedova - Gulşirînê
3:43
Tara Mamedova
Рет қаралды 692 М.
Zombie Boy Saved My Life 💚
00:29
Alan Chikin Chow
Рет қаралды 6 МЛН
Can This Bubble Save My Life? 😱
00:55
Topper Guild
Рет қаралды 65 МЛН
Harley Quinn's revenge plan!!!#Harley Quinn #joker
00:59
Harley Quinn with the Joker
Рет қаралды 20 МЛН
Le Gule
5:17
Elif Koç - Topic
Рет қаралды 56 М.
Tara Mamedova - Fatım (Live Session)
3:02
Tara Mamedova
Рет қаралды 30 М.
Ciwan Haco - Eman Dilo [Official Audio]
5:41
Red Music Digital
Рет қаралды 3,3 МЛН
Şehyan - Gule Zerê (Official Video Full HD)
4:06
Tara Mamedova
Рет қаралды 87 М.
Hoy nazê / Nazliyê / Lê nazê
11:17
Şivan Perwer
Рет қаралды 9 МЛН
Tara Mamedova I Dêre Sorê ( Live Performance 2023 )
4:05
Tara Mamedova
Рет қаралды 452 М.
Tara Mamedova I Melî ( Live Performance 2023 )
3:33
Tara Mamedova
Рет қаралды 982 М.
Elif Koç - Min ji te hezkir lê Gulê
4:43
Gam-ı Efkâr
Рет қаралды 209 М.
Delîla - Jinên Azad (Full Album © Kom Müzik)
29:50
KOM MÜZİK
Рет қаралды 2,4 МЛН
Zombie Boy Saved My Life 💚
00:29
Alan Chikin Chow
Рет қаралды 6 МЛН