تو گه له ك بخير هاتى سه يدا ئه ز چه ندى ژ ته خه ىيب بويم
@mehmetdemirtas042111 ай бұрын
🤲🤲
@Noh_korde11 ай бұрын
❤❤
@esatturan600711 ай бұрын
Mamoste du et bize❤❤
@welatperwer11 ай бұрын
Ehmedê Xanî - Nûbehara Biçûkan - Bismillahirrahmanirrehîm Mebdeê her ‘ilmekî navê ‘Elîm Hemd û sena û şukranî Ji bo wî Xaliqê Rehmanî Ku fesahet û beyan daye lîsanî Lîsan daye însanî Hindî selewatan hemî Li resûlê me yê ummî Ku bûne peyrewê di wî ‘Ereb û ‘Ecem û Kurmanc û Rûmî Ji paş hemd û selewatan Ev çend kelîmene ji luxatan Vêk êxistin Ehmedê Xanî Navê lê danî Ne ji bo sahib rewacan Belkî ji bo biçûkên Kurmancan Wekî ji Quranê xelas bin Lazim e li siwadê çav nas bin Da bi van çend reş belekan Li wan tebî’et melekan Derê zihnê vebîtin Her çî bixwînin zehmet nebînin ûmîda me ji tifalan Ku me ‘emel betalan Di weqtê dewr û dersan Bikin in’am û ihsan Bi du’an me bîr bînin Fatîha ji mera bixwînin (1) Heta tu dewr û dersan nekî tekrar û mesrûf Di dunyayê tu nabî ne meşhûr û ne me’rûf (2) Perde ku rabitin ji ber ‘aridî dilistan e xweş Dil ji xeman ku bête der bulbulê gulistan e xweş (3) ‘Arifê ku b’qenciyê me’rûfî bit Dê helîm û sabir û mewqûfê bit (4) Ger di te meqsûdek hebî, lazim divê li pê bilez Xesmate me’bûdek hebî daim di emrê wî bibez (5) Her çi bi ‘ilmê cehl kir mubeddel Sifrê xwe wî kir bi zêr mukellel (6) Ey ku te kibir daim kirye ji bo xwe merkeb Ewwel tobê bike yî paşî bigêre merkeb (7) şêx û sofîtî keramet ‘ilmî xwendin hem ‘emel Xilwet e hucre terîqa te şerî’et bê xelel (8) Ger te divêtin bibê mîr û ser û mu’teber Kizb û xilafê mebêj ger te bikin ker bi ker (9) Her çî ku ji dunyayê berdaşte damen bû Bê şubhe di nêv ‘amê evraşte gerden bû (10) Ger divêtin ku beraber nebîtin kes bi te ra ‘ilm bixwîn hem ‘emelê tu bike sin’et ji xwe ra (11) Her çi kesê ‘ilmekî qenc xwendiye Dewlet e ger wî bi esil zanîye (12) Di fesla nûbeharê da di gel dîlber biçin geştê Ji ew xweştir ‘umir nabit li min ewhal qewî xweştê (13) Mu’ellim bila dil wekî ber bitin Divêtin ku şakir di dîlber bitin
@anwarzaxoyi511411 ай бұрын
خوذئ ژته رازيبيت ماموستا
@tariqlazginmuhamad563011 ай бұрын
جَزَاكَ اللّٰهُ خَيْرََا
@ali_kocher615011 ай бұрын
🥺🥺🥺🤲🏻🤲🏻🤲🏻
@tariqlazginmuhamad563011 ай бұрын
❤❤❤❤❤
@welatperwer11 ай бұрын
Mele Xelîlê Sêrtî - 20 Mebhesu Adabîl Eklî (Xwedê Ev Teamê Di Xweş Dane Te) - Xwedê ev te`amê di xweş dane te, Digel av û fêkî, libasê li te! Tu, bêşukrî manendê heywan mexwe! We bê mulheza wî tu tiştek mexwe! Bkwe tu ji bo quwweta ta`etê, Ne bo lezzet û keyf û pirr şehwetê. Ji bo xwe hevalan-i peyda bike Ji bo xwarinê, paşê dest pê bike! Di ber zadî, paşê jî destan bişo! Wekî ku bi kefçik bixwî, qet meşo! Li ser zadî rûne bi terzek edeb, Piyê rastê rake û razîne çep. Ne razê, ne palde dema xwarinê! Ne bêhişbe ba fexr û pirr xwarinê! Hinik xwê di ber zad û paşê bixwe, Heramî û tiştê bi şubhe mexwe. Ku goştgirtina te j`heramî bitin, Du`ayê te êdî qebûl nabitin. Heçî hate ber te tu pê razîbe, Gelek talibê tiştê xweştir mebe. Tu navê Xwedê bîne dest pê bike, Wekî ku rihabûyî, hemdê bike. Tu "Elhemd" û "îlaf` û "îxlas" bixwîn, Du`ayê di merwî jî bê hed bixwîn. Ji ewwel ve sarke, kelakel mexwe, Ji nav hindî jorê firaxê mexwe! Serê xwe mebe ser firaxê tucar! Tu bêterziyê qet meyîne diyar! Heçî ku li ber te hebî wî bixwe! Li ber hemneşînê xwe zadê mexwe! Biçûk çêke luqman û qenc hel bike, Nezer b`alî luqma hevalan meke! Bi nanî tu destê xwe paqij meke! Bi kêrê û destek tenê ker meke! Heta ku tu luqma ewil hel nekî, Ne terze, tu luqma duwê çê bikî! Hilîne heçî hûr bûyî ber piyan, Ewe mehre bêşek ji bo horiyan! Ji mêhvanîre nê edeb pirrtirin, Ji bo te çi bêjim ji heddê derin. Tu rûne bira, paşê avê vexwe, Sê caranî bihnde, bi mêhtin vexwe! Bi navê Wî hercarî dest pê bike, Li nik axirê wan tu hemdê bike. Ji fêkî tu burhê bide ê şîrîn, Ji bo te dewain, wekî hingivîn!