Aslında bu purogram bize uzumuzu nereden geldiğimizi atalarımızın bizi buduruma nasıl geldiklerini bizide nasil getirdiklerini anlatiyor
@zanshinbudoka89394 жыл бұрын
Kekê EvdirRehman Xwedê ji te râzî be.Tu her hebî.Xwedê emrekî bi sîhet û efîyetekî gellek, gellek qewî û bi xêr û dirêj bide te.Mala te hezar car ava. Ez bi van bernameyên te dereng hesîyam.Te şoxilekî û xebatekî gellekî giran, baş, bi rûmet û xeşik kirîye. Te bi vî awayî; gellê me Kurd bi me dayî naskirin. Te bi vî awayî; jîyana kesên me Kurd'a anîye ber çavê me. Bi xêra te; rastîya jîyanê, bûyîn û rûmeta însanetîyê; armanca hebûna me însanan; rûyê jîyanê û însanetîyê yê tazî me dît û hate bîra me. Me xwe ji bîrve kiribû! Em ketibûn xewa xefletê ya jîyanê! Me zimanê xwe kû Kurdî'ye û tore yên xwe û mezinên xwe ji bîr kiribû! Me; xwe ji bîr kiribû! Xwelî li serê me bûye; ha û ba ya me jê çênebîye! Te heşê me û dilê me hişyar kir. Ez sipasdarîyê xwe çi qas jî bêjim; dîsa jî nikarim heqqê te bi durustî bidim. Bi can û dil û ruhê xwe sipasdarîyên xwe pêşkêşî te dikim. Kela min tije bû!.. Amanetî xwedê bî..
@abdurrahmanbenek13974 жыл бұрын
Slav, mala te jî ava, sax bî her hebî. Ez dibînim ku karê min kirîye kêrî tiştekî hatiye û ev jî min bextewar dike. Di nav xêrê de bimîne...