Рет қаралды 108,260
Xelîl Xemgîn - Bêhna Te Dikim (Official Audio)
Album: Ey Şehîd
Text: Hekîm Sefkan
Musik: Xelîl Xemgîn
BÊHNA TE DIKIM
Tîn û germa havînê
Ji qermûşa birînê
Ji etona qurşînê
Ji qermûçkên eniyan
Bêhna cilê gundiyan
Ji qêrîna sêwî yan.
Bêhna te dikim, lê dayê.
Rojên cejn û sersalan
Ji dayîkên hevalan
Ji axîn û mitalan
Ji qêrîna Helepça
Damarên bin kelepça
Ji zora hov û hirçan
Bêhna te dikim, lê dayê.
Ji dîliyên zîndana
Ji arê bejna ciwana
Ji nav stêrên ezmana
Gava dergûş dihejin
Dayîk lorîkan dibêjin
Bê tirs şîrê xwe dimijin
Bêhna te dikim, lê dayê.
Gotin; Hekim Sefkan
Muzîk; Xelil Xemgîn
Hesabên min ên fermî evin./ Follow Xelil Xemgin on his social media accounts:
Instagramm: / x_xemgin
Facebook: / xelilxemgino. .
Twitter: / x_xemgin
#xelilxemgin #eyşehid #bêhnatedikim