Рет қаралды 278,432
Xelîl Xemgîn - Evîndarê Welat im
Album: Name
Text: Cegerxwîn
Musik: Xelîl Xemgîn
EVÎNDARÊ WELATIM.
Ji bona herkesek yarek, heye ê me welat yare.
Belê çibkim, di destê dijminê xwînxwerî xedar e.
Çiqas pesnên giran bêjim, nikarim ez bidim zanîn.
Çeleng û nazik û şenge, şepal û şox û cebare.
Hezar wek min di vê rê de, bi van derd û kulan kuştin.
Tilsma ser devê genca, disînga min de reş mare.
Çi zanî qêmeta wê şeng û şoxê, dijminê bêbext.
Ne wek min dil bi top û awirên yarê birîndare.
Heger çendî bi dest dijmin, were yara min a şêrîn.
Bi navê wê bilnd bûme, hiham gerdunê seyare.
Bi wan lêvên şekerbarîn, bi min da soz û peymanek.
Ji min pêve ku dil nede, kesî ew yara bê çare.
Eve soza min jî pê re, ku dil herdem bidim desta.
Natirsim ez ji zîndan û ji lêdan û ben û dare.
Li ser her kavilî runim, bikim qêrîn, heya herkes..
Ber pozê xwe deynê wê, gula nuh pişkivî û xare.
Di govenda me de herkes, bi dilşadî bikin dîlan.
Li şuna hêstirên çavan, xuşîn bên coh û cobare.
Eve soza min jî Dîlber, heger bimrim di vê rê de.
Ji vê dunya xweş û şêrîn, Cegerxwîn jî ne bê par e.
Gotin: Seyda Cegerxwîn
Awaz û muzîk: Xelîl Xemgîn
Hesabên min ên fermî evin./ Follow Xelil Xemgin on his social media accounts:
Instagramm: / x_xemgin
Facebook: / xelilxemgino. .
Twitter: / x_xemgin
#xelilxemgin #eyşehid #evindarêwelatim