Рет қаралды 656,987
Xelîl Xemgîn - Ey Însan
Album: Zend
Text: Hekîm Sefkan
Musik: Xelîl Xemgîn
EY INSAN
Ho mêvano ji ku ve tê
Berê te li ku ve ye
Tu koçerî yan rêwî yî
Xerîbê vê derê ye.
Ho birano ez bargiranim, dengbêj û tenburvan im
Mala min ser milan, rojê li gundekî mêvanim
Aşiqê azadiyê me, aşiqê bêhna gula
Aşiqê roj û avê me, ar û ax, deşt û zozan
Helbesta min nemire însan, gul êdî neçelmise
Bûk û zava bi hev şabib, zarok ji şeva netirse
Jiyan mafê mirova ne, hesabê wê nepirse
Firehe dinya ya mezin, bijîn çi hûr û çi girse.
Dunya namîne bi rengekî, roj û şev û demsale
Bayê payiza rabe, ji bo daran ne hevale
Yê ku konê zulmê vegirt, evînê nake male
Ey ÎNSAN tu hê şiyar be, ku zor hat xwe vemale.
Helbest, gotin: Hekîm Sefkan.
Awaz û muzîk: X,Xemgîn
Hesabên min ên fermî evin./ Follow Xelil Xemgin on his social media accounts:
Instagramm: / x_xemgin
Facebook: / xelilxemginofficial
Twitter: / x_xemgin
#xelilxemgin #zend #eyinsan