Рет қаралды 4,919
Roleda's Social Media
/ roledarts
/ @roledarts
/ roledarts
/ roledaofficial
"Rîtmên Peyvan" albûmeke ku ji 1 pêşmûzîk , 6 stranên stûdyo û 1 stranê zindî pêk tê, hemû 8 track in. Albûm, muzika kurdî û edebiyata kurdî bi tevlî muzîkên cîhanê wek blues, reggae, folk elektronîk, û cazê hatiye xerman kirin. Qeydkirinên stranan li stûdyoya malê ya Roleda hatine kirin û ew bi xwe aranjeyê kiriye. Her weha performansvaneke tiyatro, Roleda di albûma Rîtmên Peyvan de girêdayî yek şewazî nemaye û dibetiyên deng û melodiyan bi dinamîkên cuda ve pêşkêşî gohdarvanan dike. Stran wê her sê hefteyan carî yek-yek bêne parvekirin. Bi mûzîk û evîn re bimînin...
"Rîtmên Peyvan" is an album consisting of 1 intro music, 6 studio songs, and 1 live song, totaling 8 tracks. The album blends Kurdish music with an experimental exploration of the Kurdish language and literature through genres such as blues, reggae, electronic folk, and jazz. The recordings were made in Roleda's home studio and arranged by Roleda himself. Also a theater performer, Roleda offers listeners the possibility of experiencing vocals and melodies in different dynamics, without adhering to a specific style in the Rîtmên Peyvan album. The songs will be shared one by one, at three-week intervals. Stay tuned with music and love...
Credit
Song Composer & Writer: Roleda
Drums: Anze Mikulan
Guitars: Davide Cristiani
Mix: Roleda
Mastering: Pietro Rossi (Redstone Production)
Album Cover Design/Thumbnail: Kahraman Ossia
Production Assistant: Yusuf Bilir
Production Manager: Musa Kandemir
Lyrics:
Ez nikarim kulê ji singê derxînim, dibe kû kêr nayêm
Hewl didim te ji hişê xwe daxînim wê çawa be dawî
Rabe li himberîmin rûnê
Bibêje naxwazim, nikarim
Tu nabî ji min ra, em ji hevdûra
Delala min ji min ra wê gul bixe dila
Wê singû berêxe veke min tê da bigerîne
Te ji min ra got sare laşê te pir kubare
Bejn û bala te wek sev û wek hinare
Kenê rûkên te stêrkên esîmane
Em asê man di nav gunehê dinê
Bibe dêra gunêmin
Rabe, veke, pirse
Bêje çi bû gunêmin
Evîna Roleda te devêmin rada
Ji bona lêvê te min rê da hemûka
Cîrana keniya ji mi ra got fediya
Êdî be xwedîme dora min riziya
Bira bên fediya, çavêmin tariye
Ser çiyayêmin berfamin heliya
Çavê te deryayan zuwa kir
Xem nake bê av jî jiyan
Taqetamin nema ji bona te jiyan
Aha vegeriyam rabûme du piya
Piyêmin heriya jiyana berêye
Îro veqetiyam oxira xêrêya
Na yaminî êdî ne ya te me edî
Bi xatirê çîroka min û te ê qedî
De veke dilê xwe bigihîje yeke dî
Riya te vekirî oxira xêrê bît
Ez nikarim kulê ji singê derxînim, dibe kû kêr nayêm
Hewl didim te ji hişê xwe daxînim wê çawa be dawî
Tracks
Rîtmên Peyvan
Boyaxçî
Ramûsanên 100 Mehan
Şarî
Pêlava Zer
Lê Dayê
Yek Ji Nav Caran
Rindê Cindî (Live Song)