Bi Narê Firqetê - Melayê Cizîrî & Necat Zivingî

  Рет қаралды 72,816

Necat Zanyar

Necat Zanyar

Күн бұрын

Bi narê firqetê sohtim ji ferqê ser heta pê da
Xedenga xefletê nuhtim ji berqa lamî'a tê da
Xedenga firqetê re'd e dilê ew xefletê lê dit
Dibêjim wer cebel bit ew bi ker bit wê di gave da
Heçî firqet nedî hicran nebê min dax û key lê ne
Ji bil derbê di hîcranê firaqa rûh û can kê da
Ji her bê dax û bê derdî mepirsin mihneta 'işqê
Çi zanin bê xeber jana dilê dax û keser tê da
Kesê mihnet dî û firqet vexwarî cer'eya hicrê
Giryê wan tê bi halê min di vê hicran û zecrê da
Bi dama muhbetê bend im xedenga firqetê dil nuht
Bi şubhê murxê nîm besmel di hev wertêm di xwînê da
Birûska batinî da dil di pêtê sîne wê werbû
Ku dê bêtin tebêta dil di nav wê nar û pêtê da
Ji ulfê şubhetê zulfê medam lew bêqerar im ez
Ku canê min 'ezîz îro çû û dil wê di ulfê da
Ji mehbûb dûr kirim çerxê felek wê pir hilavêtim
Nizanim dê li ku dit min di vê dewran û çerxê da
Hebîbê bêxeta kuştim bi derba firqetê axir
Ji wê rojê dizanî min ku yar ew tîr li cergê da
Gelo dîsa bibînim ez çiraya wesletê hil bit
Bisojim şubhê perwanê di ber wê nûr û şewqê da
Bi derba kewkeba subhê li meşriq Zuhre tali' bit
Zuhel dûr bit bi şeş bûrcan û wînda bit di xerbê da
Ji qundus Zuhre peyda bit ji hîndis Muşterî bêt der
Sipêdê dît Sureyyayê şefeq dît qametê pê da
Ji şewqî ebrûwan bînmêt hîlal dîsa di qewseynan
Ji xawer bête xwirşîdê zelam werbit di nûrê da
Bi werdan zeyyinîn gulşen çimen da lale bişkiftîn
Binefş û çîçekan vêk ra şefeq da yek di rewdê da
Sehergeh 'endelîb mest în ji bihna werd û bişkujan
Şubhê tûtak û goyînan dinalin em di firqê da
Li kelbê asitanê xwe nepirsî qet hebîb carek
Gelo nayêne bîrê em di vê nêçîr û ravê da
Dizanim şehsiwarê min xezalek wê di fitrakê
Bi cayê seydê ez bûma di wê fitrak û bendê da
Çi heddê sed hezar can bin di fitraka hebîbê min
Ku sed Cimşîd û Keyxusro xulam în ser devê rê da
Di deh salan mulazim mam we yarê rû neda carek
We ger ne yar eger rû dit heye carek di salê da
Dilo mizgîn e min şa be ku sultanê me dê bêtin
Ji min bawer ke peyxamê seher mizgîn bi min pê da
Şukur bînahiya min hat û Ye'qûb dîde rewşen bû
Bi bûya Yûsifê Misrî Li Ken'anê beser peyda
Nesîmê sinbil û sêvan seher da hebs û zîndanê
Vebû qufla me bê mifte zirîngînî ji quflê da
Firaqê şev bi axir çû sipêde kifşi bû dîsa
Merîxa nehsê ava bû xwiya bû roj di şerqê da
Di çerxê wek nucûm dêmdur sema hatin qirana yek
Heyîva bedrê bû ew surperî min dî di reqsê da
Ji Wadiyê Eymenê dilber nîzam enguştek îzhar kir
Ku xweş enwar û berq în ew Tecella bûn di Tûre da
Qirana Zuhreyê min dî di ber 'iqda Sureyyayê
Ji perwînan dibêjim 'eks e hêj keftî di camê da
Hebîbê 'ezmê suhbet kir di caman lew şerab anî
Dilê min dî du seyyadan ji buryan ra berî wê da
Bi tolên asitanî ra vexwendim mîr bi dergahê
Bi vî çavî hebîb dîtim şukur ev şefqe Mewlê da
Ji şeklê ebrûyên saqî hilatîn sed hilal îro
We bedrek min muqabil dî îşaret min ji 'eksê da
Bi zehrê xwey şerîf xwendim ku xidmetkarê dêrîn î
Te pir cewr û cefa dîne di sulûk û se'y û cehdê da
Biçîn werdan ji gulzaran ku exyaran bi dest xar în
Ji mexsûsanê dergahê du cam în ew di hecrê da
Bi teşrîfa xwe ez xwendim ji lutfê bende nîşan kir
Xelat û şefqe û dildan şukurxwaz în ku baxwoy da
Mi hadir secdeya şukrê li wê 'erda muqeddes bir
Bi mujganên xwe dur suftin enî malî li 'erdê da
Heya bînahiya çehvan put û 'Uzza û Latê min
Tu yî pêşber sucûda min sehergahan di xelwê da
Li bal 'ilmê te me'lûm e ji jînê min tu meqsûd î
Fidayê can me dê can bit di qesta wesl û dînê da
Bi husna xwe îlahî kî bi sehm û heybeta dînê
Nucûm û kewkebê lami' ji bala tên bi bejnê da
Bi xalên werd û nesrînan ji qudret xet kişandî lê
Bi terha nêrgiza 'êlî sehergahan nesîm lê da
Ku tolê asitanê dûr nekî êdî ji dergahî
Ji baxwoy vê rucû nakin di babê lutf û rehmê da
Tu barê firqetê zanî dikarim ez tehemmul kim
Diyarê “Kohê Qendîl” im meger fîl im di 'işqê da
Zehê derdê mezin firqet ceger sot ateşî da dil
Cihê sabrê nema çendan ferec min dî di sebrê da
Mela bê qameta yekta qiyamet min bi çehvan dî
Firaqê rûsiya bin te ji min canê şîrîn cê da

Пікірлер: 48
Muhbetê - Melayê Cizîrî & Necat Zivingî
13:52
Necat Zanyar
Рет қаралды 214 М.
Feqiyê Teyran - Bizan Ku Min Yar Tu Yî (Deng: Rêşad Sorgul)
5:16
Asoya Helbesta Kurdî
Рет қаралды 15 М.
Smart Sigma Kid #funny #sigma
00:14
CRAZY GREAPA
Рет қаралды 7 МЛН
Хасанның өзі эфирге шықты! “Қылмыстық топқа қатысым жоқ” дейді. Талғарда не болды? Халық сене ме?
09:25
Демократиялы Қазақстан / Демократический Казахстан
Рет қаралды 316 М.
Sehergaha Ezel - Melayê Cizîrî & N.Zivingî
13:14
Necat Zanyar
Рет қаралды 74 М.
Helbest Melayê Cizîrî
2:10
Helbestname
Рет қаралды 1,5 М.
Dilberê Serdarê Xûban - Melayê Cizîrî & Necat Zivingî
11:00
Necat Zanyar
Рет қаралды 73 М.
Melaye Ciziri Aşkı
7:14
Melaye Ciziri ve Tasavvuf Derneği
Рет қаралды 10 М.
Seydayê Tîrêj | Qulingo | “dijminê neyarê te me”
4:48
Melayê Bateyî - Ji çirya Paşî Pê Da (Deng: Rêşad Sorgul)
7:16
Asoya Helbesta Kurdî
Рет қаралды 4,3 М.
Feleka etles - Melayê Cizîrî & Necat Zivingî
5:48
Necat Zanyar
Рет қаралды 22 М.
Melayê Cizîrî Divanı 5. şiir ÇİN ÇİN KİRİN
42:58
Cizre Kırmızı Medrese Derneği | Medresa Sur
Рет қаралды 7 М.
Smart Sigma Kid #funny #sigma
00:14
CRAZY GREAPA
Рет қаралды 7 МЛН