Muhbetê mihnet di zor in hub dibêm bê şek bela ye 'Umir jî xweş pê diborin sotin û derd û cefa ye
Пікірлер: 137
@hamdullahciftci3485 жыл бұрын
Melayê Cizîrî - Muhbetê Mihnet Muhbetê mihnet di zor in Hub dibêm bêşek bela ye 'Umr û jî xweş pê diborin Sotin û derd û cefa ye Sotin û derdê evînê 'Illetê dax û birînê Xweş dibin ma ew bi dînê şerbeta lêva mufa ye Her dilê sotî bi ulfê Yar ne derman kit bi zulfê Ta ebed ew bend di qulfê 'Işiq derdek bêdewa ye 'Işiq derdek bêtebîb e Lê mufa wesla hebîb e Kuştime cewra reqîb e Pir le'înê rûsiya ye Dax û key min lê hezar in Gul di dest şewkên bixar in Surperî dêw wê l' kinar in Ehremen xatem reva ye Teb'ê dêwan dest gehiştê Hor û wildanên bihiştê 'Aşiqê dilbendê qiştê Can bidit yek car rewa ye Mihnet û cewra hebîbî Qehr û azara reqîbî Heq tinê da min xerîbî Lê şukur baxwoy we daye Rohniya wê şewq û tavê şerbeta qend û gulavê Kes nehin mehrûm ji navê Lê tinê bo min xela ye Bênesîb min dî ji camê Dûridûr mehrûm ji ramê Girtiyê wê qeyd û damê Ev xerîbê canfida ye Dûredest im bênesîb im Dilberim xanim hebîbim Pir ji dîna te xerîb im Rûh û rahet min liqa ye Pir mulazim têm liqayê Mame hetta multeqayê Min rihê şîrîn didayê Hudhud er mizgîn bidaye Hudhudê ridwanê xeybê Sed xeber şîrîn ji ceybê Da dilê min murde hey bê Guh li rê min wek seba ye çehvenêr im guh li rê me Lê seba rê da ye bê me 'Erdihala muhbetê me Bendeyek sadiq Mela ye Canfidayê min di rê da Firqetê derbek we lê da Qalibek bêrûh e wê da Kuşt dibêm min lê rewa ye Dem bi dem ew çehvenêr e Bête nîşanek me jê re Da bibit ew zinde vê re Yarê sadiq bêbiha ye 'Aşiqên sadiq di kêm in Ma dibê sed can fidê min Zanim ew najîte bê bin 'Aşiq û pir mubtela ye 'Alim în em vê dizanîn Cism e ew em rûh û can în Qet ji hev batin xwiya nîn Gerçi zahir ew cida ye Hudhudê wê remz û razê Ba bû ew çû goft bi sazê Qisse bir behsa mecazê Qasidek xweşteb'-i ba ye Ba demê weqtê mecal da çû kû ew yareh bi pal da Qisseya halî bi hal da Guh didêrit yar-i ba ye Muhbeta mehbûb û latan Pir vekir zîwersifatan Daye qelb û rûh û zatan Roj di mir'atê xwiya ye Muhbeta sorî du qism e Qufl û miftah û tilism e Hin ji rûh in hin ji cism e Nar û nûr e hin hewa ye Hubbê cismanî du roj in Gerçi dil pir pê disojin Xef ceger peykan dinojin Mislê neqş-i bêbeqa ye Gul heta sohr in bi tê ve Bên tebessum pê ve pê ve Bilbilê serxweş di nêv e Nexme û nal û newa ye Herçi cilwa bû ji navê Nû gulek dî girt xwinavê Wî ji dil çû muhbeta vê Ew bi ya dî ra teba ye Herkesê muhbet ji rûh e Mubtelay nûra subûh e Wî di dil da sed curûh e Cezbe û lerzîn û ta ye Herdu rûh yek nûrê tav in çerxek û du stêr di nav in Herdu dane murxê dav in Ismê hey dav lê veda ye Nûr e pir nadir wucûd e Gerçi ewwel nar û dûd e Berqê lami' dê li kû de Hub di qelban kîmiya ye 'Arif î cewherşinas î Ê bi vî wesf û libasî Dê qedir behter binasî Meq'edê sidqê ceza ye Dûr nekî da wî ji derê xwe Wernegêrî ji wî berê xwe Boriye ew di serê xwe Ser di nava rê nihaye Ma dibit ew dûredest bit Dê ji fincana te mest bit Cam ji şehkasê bi dest bit Ebteran ew mey dewa ye Yarê pir husnek li bal bû Dilberek xayet cemal bû Ew bi hal ageh bi hal bû şubhê wê şefqe w 'eta ye Mehdera wî xeyrixwazî Nukteyek j' wê remz û razî Wê bi dil seh kir ji sazî Muxnî û qanûn û nay e Yûsifê dewr û zemanî Go nesîm han vî nişanî Lê ji bo nekhê dehanî Nexweşan ew lê şifa ye Mawera belgên gulê bû Bihn û bûya kagulê bû Darûwê qelbê Melê bû Lew bi çehvên min cila ye Banesîm dê çî lezînî Sax û salim ma tu bînî Vî kumêdî lê gehînî Da siwar bit lê peya ye Xefletî, bayê nesîm hat Xef ji bal yarê kerîm hat Pir bi ihsanek 'ezîm hat Qasidê şahê geda ye Dil nefes dîsa bi ber hat Lew hekîm Luqman bi ser hat Nafi'ê derdê ceger hat Tali'ê kewkeb numa ye Min ko ew nîşan giheştê Ev dilê sed dax-i reş tê Zerreyek xweş lê neheştê Ismê e'zem pê gihaye çûme ser pişta kumeydî Min jî pir ew jan û key dî Behr û ber me l' ber xwe tey dî Deşt û çol û Kerbela ye Me w nesîm xweş pence têk ra Wê diçîn wek teyr-i vêk ra Behsê zulfa yarê pêk ra Borê 'işqê pir fira ye Gunbeda nûrîn xwiya bû Spêdeya sadiq numa bû Yek bi yek şewqê veda bû Qesr û eywan û sera ye Qumrî û bilbil dixwînin Lê 'eceb ew xweş dimînin Her seher mehbûb dibînin 'Endelîb vê ra teba ye Buxçeya sorgul di geş tê çîçek û reyhan-i reş tê Dilrubayan tîne geştê Sinbilan ta-ta sema ye Sebzeya şebnem gulav lê Sor'eqîqan dur xwinav lê Dilberan seyran û rav lê 'Er'eran sîtab-i daye Bûm şerîf ez b' asitanê şahidên wê gulistanê Saqiyan cam cam didanê Kewkeban seywan veda ye çendekê çemen xwirem bû Lê medam ew subhedem bû Min bi hiş baxê Irem bû Lê seba go min Seba ye Sef bi sef wildan perî bûn Bendê zulfa 'enberî bûn Têk li dêmê muşterî bûn Reqs û govend û sefa ye Pir 'umir min çû bi suxtî Lê şukurxwaz im ji bextî Zuhreyek bû ew li textî Belko bêm şemsu d-duha ye Perdeya xelwê ko hilda Yengiyek min dî di mil da Gezmeya jehrî li dil da Qet nego qetl û xeta ye Hadirî çûm secde jê ra Lê niyet ihram ne vê ra 'Aşiqê ev gezme tê ra Herçi ta'et kit rewa ye çûm ziyaret pê û destî Lê nehişt ewwel bi qestî Da bisojit rûh û hestî 'Aşiqan sotin ceza ye şerbeta wesla xwe nadet Ta hinek 'aşiq ceza det Dilberan ev reng e 'adet Mehrûyan kemtir wefa ye Pîşe'ê wan xenc û naz e Sen'etê 'aşiq niyaz e Yar li ber zazan 'icaz e şerbeta şîrîn mufa ye çûm tewafa pê û destan şubhetê sekran û mestan Ehlê hal û xobperestan Wan ji 'umr ev mudde'a ye Tilliyên nazik şemalîn Min li ser çehvên xwe malîn Talibê werdên bixal în Dil di vê fikrê teya ye çû 'umir mi d' vê xiyalê Ma şevek 'îdan di salê Bêm ziyaret zulf û xalê Roj û şev min ev du'a ye çerx ditirsim kit şitabê Zû ecel pê det rikabê Can biret mi d' vê 'ezabê Ev siyahreng ejdeha ye çendekê sadiq cema bin Er bibêjî can fida bin Wek Melê lazim tu nabin Wî ji dil canê xwe
@mehmetgurbuz46085 жыл бұрын
hamdullah çiftçi destete sağbe rıhemı
@nevisahsinamunhasr73904 жыл бұрын
👏👏👏 Teşekkürler
@ramazanbeyaztoprak43524 жыл бұрын
Zor spas pismam:)
@ardabalkan58514 жыл бұрын
teskkurrr
@user-vc2ce3wr6t4 жыл бұрын
رحمة الله عليك
@aysegonul9878 Жыл бұрын
Rohniya wê şewq û tavê şerbeta qend û gulavê Kes nehin mehrûm ji navê Lê tinê bo min xela ye...🕊️☀️🌷🤲
@abdulkadirbingol459 Жыл бұрын
Mamoste ne "umir jî" ye "umr û jî" ye. Wateya wan cuda ye. Umr û jî. Umir erebî ye, jî kurdî ye.
@necatzanyar Жыл бұрын
Ev agahîyeke pir giring e, min nedizanî, gelek spas dikim ezbenî. Her hebin. Rêz û hezkirin.
@pseudorandomm3 ай бұрын
“Jî” jî ya “jîyan”ê ye gelo?
@jennieqwyjenwybenimcuss15743 жыл бұрын
necatin sesi melenin divanina cok güzel yakışıyor
@user-us5fb8zj5g8 ай бұрын
❤❤❤ maşallah insan in içi açılıyor
@ardabalkan58514 жыл бұрын
sed hezar cara maşallah... allah razı bed
@linayosef67734 жыл бұрын
الشعر كتيير حلو والإلقاء جمييل وصور الفيديو معبرة ورائعة جداً 😍😍😍 تحية كردية من قلب ♥ عفرين.. سورية للأسف ما بعرف اكتب كردي
@loukmansahal90812 жыл бұрын
heke hûn bixwazin hûn dikarin fêr bibin ji bo zimanê kurdî.
@musademir70036 жыл бұрын
Rehma Xwedê li Melê be.di serdema wî de, hunereke pir bilind dide nişan.çi mixabin îro duwajoyên vî zimanê dewlemend li ber ruhistînin ! Xwedê çê bike.destê weşangeran xweş be.
@erenislanmaz36542 жыл бұрын
Xwezî we qesîdé min bi xundaya. Silav û rêz necat zivîngî
@alihariri97704 жыл бұрын
Bra'é Necat zımané te sax be şiir ancaq bıvi seklé qencu delal tén zıman .Hezar Rehmeta xwedé lıser seydaé melâ Ahmed é ceziri be .Allah'ın Rahmeti ve bereketi iyi insanların üzerinde olsun amin
@omershahin9505 жыл бұрын
A'x mela to çend bırînın dıl dermandkî❤ Dest u qewetî te saxbın💐
@baristasalarcoffe9136 Жыл бұрын
Wax wax wax lê min del şêwtî 🌺
@turanserhat71298 жыл бұрын
kekê necat zivingî dengê te gelek xweş tê liser van klasîkên kurdî ez te pîroz dikim. Em benda gelek xebatên tene disa serkeftin dixwazim ji te ra.
@aysedemir37724 жыл бұрын
Ne güzel insanlar ne mübarek..Rabbim kat kat Gani gani rahmet eylesin ve Razı olsun ınsallh vesile olup paylaşımlara da ..Ne kadar güzel dile dökülmüş gönülde olan⚘💞
@jennieqwyjenwybenimcuss15743 жыл бұрын
Ses ve sözde mana dökülüyor.İnsanı başka bir boyuta götürüyor anlamasakda nakşediyor.Tşk ler
@user-dz1ez1to8v28 күн бұрын
اعلى مراتب الحب وعشق حقيقي هو حب الله
@ibrahimbas83387 жыл бұрын
Allah sizden razi olsun insallah bu guzel insanin siirlerini bize tanittiginiz icin melaye ciziri gercekten muhtesem insan
@Zklmewt Жыл бұрын
Yarê sadiq bê bûhaye....
@Yusufbicer.8 жыл бұрын
Deng û dest xweş, Xwedê xem nebide dengê te yê delal rêzdar Necat Zivingî
@dilavertoktas5946 жыл бұрын
Bir şiir ancak bu kadar güzel okur teşekkür (Beyt ancak ewxa xes te xendin spas)
@hks66534 жыл бұрын
Dilaver Toktaş Ben sizi tanıyorum siz Muşlusunun abiniz Selim vardı Allah rahmet eylesin
@hks66534 жыл бұрын
Dilaver Toktaş Dilaver sana çok önemli hayatı bir şey söyleyeceğim hemen cevap ver
@shergo698 жыл бұрын
dest û dev û lêv saxbin mamostê, ez gêj û lal bûm ta min ev deng dîtin sed hezar sibas ji te re
@hoshangnouhii16437 жыл бұрын
Deng li dinê be, mam Zivingî, her hebî!
@KubarHewar59123 жыл бұрын
Her hebî helbestvanê kurd🎉
@maralxezal29253 ай бұрын
Hest û deng bijî mamoste 🙏🌹
@cutestanimals21984 жыл бұрын
her bıji mamoste heja . har biji kurd u kurdistan
@rahimeekmekcio5534 Жыл бұрын
REBB'I ALEMİ ilmê we zêdeke Seyda
@delitunc81906 жыл бұрын
spas dikin mamoste dengête pir li hebestên kilasîk te.👏👏
@Peldar19473 жыл бұрын
Dilê xwe danim vir ♚♥
@muratnk9194 жыл бұрын
Ew zınane dayik e xuda axıfandiye jıbome kürda pıroze ya rab tü me star bıke kes nıkare me tünne bike em henı heya tü hebı ya rab
@rastigercekci44577 жыл бұрын
müthiş ,fevkelade sözler ,, hev baş heja cedibit maşallah. ..
@kurdkurdistan2957 Жыл бұрын
her bijit kurdistan u bimre tirkên neyarê zîmanê kurdi
@ismailvan12445 жыл бұрын
maşaallah sübhanallah
@halanberwari15657 жыл бұрын
Mirov pê serxwesh di bît ..
@mirzadokannecirvan2 жыл бұрын
Yâr pir husnek li bal bû Dilberek xayetî cemal bû Ew bi hâl ageh bi hâl bû Şubhê wê şefqê'w eta ye 🥀
@abdulkadirbingol459 Жыл бұрын
Yarê...xayet...
@cutestanimals21984 жыл бұрын
her bji honarmandin kurdistane
@zekiatalay78583 жыл бұрын
Denge te pır xveşe Mamostye Necat mali eva
@Pirtukxaneya_shana5 жыл бұрын
Seet xweş ❤
@zagrosismail4471 Жыл бұрын
Dast xush mamwsta ko kltoro rasnya ma dparezn u zndi dkn 👏
@exotic_soar2873 жыл бұрын
As if you live in another place when you hear these words
@jennieqwyjenwybenimcuss15743 жыл бұрын
sesten mana dökülüyor maşaallah
@cutestanimals21984 жыл бұрын
Dest u qewetî te saxbın
@abdulhafizabdullah47424 жыл бұрын
ما شاء الله اللهم اكرمنا السير في اثرهم
@user-fk4pg6mk9c4 жыл бұрын
Ku li we ne zehmete kanin ji min re bêjîn Helbesta Wî ya herî navdêr çiye
@araz9483 жыл бұрын
Dest xoş mamusta bes egr te peyv jî danaban da pitir tê bi gehîn
@sedatalc9106 Жыл бұрын
Zelal u delal👏
@emirmustafa78416 жыл бұрын
Gelek ispas zor xwesh
@ca65533 жыл бұрын
Dest xweş keko
@cutestanimals21984 жыл бұрын
seat xweş kak
@melik86984 жыл бұрын
evet maalesef anadilimizi tam anlayamıyoruz,lütfen akltyazı yazında bu deryadan birkaç damla alalım...
@menekse8122 ай бұрын
Muazzam! 👋👋👋
@dersimelika47285 жыл бұрын
Her bijî Mamoste
@mhabatibrahim18832 жыл бұрын
dest u deng xos supas bu heja necat zivinci ez huner mahabad ibrahim
@nanxwarcilqeten5893 жыл бұрын
Sehat û dengî te her hebî spas ❤
@siyabendbotan79117 жыл бұрын
Sed Hazar Çara masallah masallah .... ez. Pıru pır memnun bum keyf ghesbum...
@user-em4jr3vc2l3 жыл бұрын
🕊🕊🕊🕊🕊
@nevisahsinamunhasr73904 жыл бұрын
💞💞💞 MASALLAH 👏 👏 👏
@jiro83732 жыл бұрын
Rihe te ša be Melaye Ciziri. Dest xweš Zivingi🦚❤️🦚
@fatih986 Жыл бұрын
Yarê sadiq bêbiha ye. Çi gotinekê rast
@yakupyilmaz3 жыл бұрын
Ya rebîî çîkas xweş nivîsîye û dixûne.Saet xweş mamoste
@04imha8 жыл бұрын
her bıji mamoste heja
@mehmetmahsunoran41078 жыл бұрын
Türkçe Alt yazılı olsaydı çok iyi olurdu mükemmel helbest allah c.c. bizleri seydaye mellaye ciziri.nin himmeti.nden mahrum etmesin.
@birhic15546 жыл бұрын
mehmet mahsun oran Yüzbin kere Amin
@fasisizmdusmaniagid7492 жыл бұрын
Türkçe çeviri yok! Gerek de yok
@erenislanmaz36542 жыл бұрын
Ey dîlberê gula zer ê were dila bi şefqetê. Du dulop hat in ji çavan şewutîm ez ji şewatê...........................)
@taymurtaymur4681 Жыл бұрын
Nemire mezın melaye ciziri 🙏🏻
@user-em4jr3vc2l3 жыл бұрын
❤❤❤❤
@dengerewane78088 ай бұрын
❤❤❤❤❤❤ Gellek ssipas ❤❤❤❤ ❤❤❤ ❤❤ ❤
@ahmadzrar99792 жыл бұрын
نەمێنم!
@yusufkarakurt29066 жыл бұрын
Allah rahmet eylesin müthiş etkileyeci
@hilaliclal94023 жыл бұрын
Çok güzel
@wergerakurdi2528 Жыл бұрын
Yarê sadiq bê buhaye...
@bahaddinveysioglu7377 Жыл бұрын
Sehet xeşbi
@django37426 жыл бұрын
❤
@ipeksengul20112 жыл бұрын
Deng xweş keda we sax be❤
@baristay6786 жыл бұрын
👏
@baristay6786 жыл бұрын
Mala te ava mamoste
@erenislanmaz36542 жыл бұрын
Dengê we pir xweşe sipas dikim xwedê ji razî be
@kchikurd43462 жыл бұрын
Wow Zor xosha👍dam u dastet xosh betttt har bjiiii
@shadkurdish60643 жыл бұрын
Masha Allah
@mstsnrmezrabotan75993 жыл бұрын
Derya derya maşallah
@ekrembazo3993 жыл бұрын
لروحك الطاهر الرحمة احمد خاني العبقري
@nurhanakca47443 жыл бұрын
🌻👏🕊️👍🏻serkeftin🌿
@dlshado1922 жыл бұрын
Dest xwesh mamusta
@ekremsartoy91565 жыл бұрын
SEHET XEŞ MAMOSTE. KU NİVİS Jİ HEBUNA LI SER VİDEOYE EVE ÇETIR BUNA.
@hamdullahciftci3484 жыл бұрын
Fon müzik the 100-imtihan'dır
@deryakanpolat3003 жыл бұрын
Acının dili olsaydı kürtçe olurdu
@meramera7777 Жыл бұрын
2022/9/23 3:42pm
@princecharming19036 жыл бұрын
Arkada Çalan müziğin adı nedir?
@baz69374 ай бұрын
Aşıqê ev (gezme) tê ra Gezme ❌ Qêzme (stri = thorn)✔ Phonetic â te ya lawaze brêz... L'ser b'sekıne!
@sherwanmohammed40176 жыл бұрын
Dest xweş mamosta, Eger win pêyva binîvsînin wê ne baştir be ??
@muratmurat45435 жыл бұрын
Arkada çalan müziğin ismini bilen varmı
@bahaddinveysioglu7377 Жыл бұрын
🙏✌️👍
2 жыл бұрын
Mordem Sanat bi şanoya (Nobedarê Dilên Hêsîr) felsefeya Melayê Cizîrî vedibêje. Hune we lînke temaşe bikin. kzbin.info/www/bejne/bmXdpmeLpZ54orM
@iamdunya51542 жыл бұрын
🙏🙏❤️🙏❤️👑👑👑
@sumeyyetasc80912 жыл бұрын
Xuda te parêzit
@ayseyarbay18425 жыл бұрын
Türkçesini bilen de yazsın lütfen Türkçe açıklamasını yapın lütfen
@osmankucukoglu87974 жыл бұрын
İlk iki üç kıtayı anlayabildim sadede gerisi Google’da vardır
@fatmatasdemir11046 ай бұрын
Türkçe anlamına nasıl ulaşabilirim
@nujinagiri23224 жыл бұрын
💞🕯🍀🍷🌍
@stranger_16855 жыл бұрын
Şimdi kim Türkçesini yazacak çünkü hepsini anlamıyorum
@omeradalan34336 жыл бұрын
pire esq
@tarihingizleri72253 жыл бұрын
Usta turkcesinide yazsana
@abdabc27774 жыл бұрын
ياريت لوكانت بدون موسيقى وشكرا على مجهودكم
@ftst6003 жыл бұрын
Sizce bi kadinami yoksa ilahi askmi
@necatzanyar3 жыл бұрын
Cizîrî aşkı yazar, yaşar. Bu aşk kadında da, doğada da, mistik inanışlarında da tecelli eder. Bunu, Allah aşkı, beşer aşkı şeklinde keskin bir ayırımla anlamamız çok yanlış. İlahi aşk diye sınırlamaya kalksak "Şirk de olsa sana secde edeceğim" gibi dizeleri nereye koyacağız! Selamlar.
@ftst6003 жыл бұрын
@@necatzanyar soylediklerinize katiliyorum ama mela sanki biraz hem karistiriyo hem beseri askida icin icin yasiyo bende size selam ve saygiyla