Рет қаралды 250
Têbinî:
Di vê beşê de hindî ku ji destê me hatî me behsa termînolojî, cûre û formên muzîka Kurdî kir. Bêguman agahiyên ku me dayî mirov hêj jî dikare lê zêde bike lê ew jî lêkolînên berfirehtir dixwaze. Lê em dixwazin hinek formên ku me di sihbeta xwe da ji bîr kirî bi nivîskî behs bikin û bila ev xelek wisa biqede.
Mînak:
1- Awaz: Zêdetirîn herêma Behdînan û Soranan wek selîqe yan jî meqam/miqam tê gotin. Yan jî wekî stran gotinekî mirov dikare bibêje “awazekî bibêje”. Heman demê de li herêma Behdînan termekî muzîkê ya din heye ew jî 'Mewal' e. Mewal, ji stranên bêy rîtm re têne gotin, ango stranên dengbêjî re...
2- Deyîr: Me di sihbeta xwe da jî behs kir, lê li aliyê Licê ya Amedê di nav Zazayên wê herêmê dibêjin “deyri”. Dibe ku çend gotinên ciyawaz li gorî herêman jî hebin.
3- Di nav Êzidîyan de jî ji zêmarê re dibêjin “denghilanîn”. Yan jî “Qewal” hene ku ew kes jî bi muzîkê ve eleqedar in û muzîka dînî/olî ve û amûrên ku bikartînin jî “şebap” û “def” in.
4- Li nav Kurdên Xoresanê jî “bexşî” “naqqal”, “ motreb” û “lutî” navên bi muzîkê ve girêdayî mirov dikare ku lê zêde bike.
Ji bo piştgiriya berhem û xebatên Serdar Canan, bibin endamê rûpela KZbin:
/ @serdarcanann
Hesabê minî Medya Civakî/Sosyal Medya Hesaplarım
Instagram
/ serdar_canann
Twitter
/ srdrcnn