Ehmedê Xanî - Aferîn Bo Te îşweyek da me seher wê periya horî sirişt şefeqê berq û cemalê dil û can suht û perişt (berişt) Me nizanî ku melek yane beşer yane çi bû (ya perî bû) Yedê beyda wekî Mûsayê li qetlê vedimişt Ke’betullaha cemalê me dikir çîne tewaf Xeyberî hatine min xal û xet çember û qişt ilmê esma me jiber kir di debistanê sifat Talibê Zatê me, lew min şemirand baxê Bihişt Ademê kamil ezim, bûyî me mescûdê melek Muddeî ger nebitin secde bi min ha serê xişt Xaniya dê hebitin bê huneran laf û guzaf Aferîn ber te! Ku ev şîwe ji bo kes te nehişt