Dilberê îro seher - Melayê Cizîrî & Necat Zivingî

  Рет қаралды 42,421

Necat Zanyar

Necat Zanyar

Күн бұрын

Dilberê îro seher avête cergê min du dox
Yek li sîne yek li dil da lew ji min tên ax û ox
Ah û oxên min ji dil ten lê ji ber tîra qizil tên
Yan ji kovanên di kul tên jê dizêt her xûn û zox
Xûn ji dil co co rewan tê wek ‘eqîq û erxewan tê
Lê ji dest selwa ciwan tê ew şepala şeng û şox
Ew şepala şox û şeng e kafira rom û fireng e
Dame ber cotek xedeng e zalimê kuştim bi dox
Zalimê kuştim şepalê nazikê qencê delalê
Bûn hicaba zulf û xalê ‘îdek û ala û tox
Netrik û tayên bi rêşî ê di zer in pêve wêşî
Min du fêris dîn di pêşî murwet û însafî yox
Lew heriftim ez ji meylê şubhetê sehlê we seylê
Muhbet û ‘işqa di Leylê ez kirim yekser pilox
Dest nehêlim ez ji dînê şubhê Firhad û Şirînê
Wer ji ber ‘işq û evînê min di rê çit ev kilox
Sûhbeta çerx û sema tê wek Melê sed mubtela tê
Zemzem û ava heyatê muşterî sed şeyx û şox

Пікірлер: 48
@berfuacar453
@berfuacar453 2 жыл бұрын
Dilberê îro seher Avête cergê min du dox Yek li sîne yek li dil da Lew ji min tên ax û ox Ah û oxên min ji dil tên Lê ji ber tîra qizil tên Yan ji kovanên di kul tên Jê dizêt her xwîn û zox Xwîn ji dil co co rewan tê Wek `eqîq û erxewan tê Lê ji dest selwa ciwan tê Ew şepala şeng û şox Ew şepala şox û şeng e Kafira rom û fireng e Dame ber cotek xedeng e Zalimê kuştim bi dox Zalimê kuştim şepalê Nazikê qencê delalê Bûn hicaba zulf û xalê îdek û `ala û tox Netrik û tayên bi rîşî Ê di zêr in pê ve wîşî Min du fêris dîn di pêşî Mirwet û insafi yox Lew heriftim ez ji meylê şubhetê sehlê we seylê Muhbet û `işqa di Leylê Ez kirim yekser pilox Dest nehêlim ez ji dînê şubhê Ferhad û şirînê Wer ji ber `işq û evînê Min di rê çit ev kilox Suhbeta çerx û sema tê Wek Melê sed mubtela tê Zemzem û ava heyatê Muşterî sed şeyx û şox 🌹
@aysegonul9878
@aysegonul9878 Жыл бұрын
Melayê Bateyî - Ya Reb Hawar Ya Reb hewar sed car hewar Perwan û qet nagrin qerar Xweş muhbetî havîtî nar Ya Reb tu yî dermanê min Sed car hewara thekemî Ya ageh darê ‘alemî Derman bike vî elemî Ya reb tu yî dermanê min Vî elemî derman bike Sirra ezel zahir bike Daxa dila hasil bike Ya Reb tu yî dermanê min Elem çî ye? Muhîbbet e Derman sebr û sekînete Ya reb bikey bi qismete Ya Reb tu yî dermanê min Ya reb bikey tewbe nesîb Tecellîye husna hebîb Derman bikey dilê hebîb Ya reb tu yî dermanê min Dilê xerîban sax bike Sirr û hala zahir bike Daxa dilê min sax bike Ya reb tu yî dermanê min Dilêm kole bi xwoşîne J-ber birîna tijî xwune Bi dermana hekîm nîne Ya Reb tu yî dermanê min Eger hekîm ‘îsa bitin Luqman ji qebra rabitin Daxa dila sax nabitin Ya Reb tu yî dermanê min Eger hekîme Luqman e Dawud digel Suleyman e Nizanin min çi kuvan e Ya Reb tu yî dermanê min Kovana min Muhemmed e Ji bo roja qiyamet e Bo me biket şefa’et e Ya Reb tu yî dermanê min şefa’eta wî hêviye Lber dergehê îlahiye Bo Melayê Bateyî ye Ya Reb tu yî dermanê min 🤲🌌🌕🕊️🤍🐦💙🙏☀️
@ugurcevik4947
@ugurcevik4947 6 жыл бұрын
Çı mîro wek bımbareqi Çı zılameqi tebareqi çû pısporeq bî qencî mamoste mîna zemzem dıherıqi naw bajarên fıkre Meda xwedê jıte û bawqale de razîbe ezbenî hewidare demadene seetxweş
@muratozkan7168
@muratozkan7168 5 жыл бұрын
Sılav u hürmeten gelek tin germ jı tera u jı denge tera be kek u mamoste Necat. Ez pır dığwazım te naz bıkım.
@kitap_kulturu
@kitap_kulturu 4 ай бұрын
Çok güzeldi
@feqehaci7960
@feqehaci7960 3 жыл бұрын
Ah û oxên min ji dil tên Lê ji ber tîra qizil tên Yan ji kovanên di kul tên Jê dizêt her xwîn û zox
@selvadurgun159
@selvadurgun159 3 ай бұрын
Ji dest selva cuvan tı
@nazlkanat8940
@nazlkanat8940 5 жыл бұрын
Ax û oxên min ji dil tên 🌼
@berfuacar453
@berfuacar453 8 ай бұрын
Mirinek bû û ma gerdana stûyêmin de mîna nîşanek .. .
@leyl4986
@leyl4986 6 жыл бұрын
Mazhar rojbûna te pîroz be
@jehadmustafa9210
@jehadmustafa9210 6 жыл бұрын
دەنگ خۆش مامۆستا .. هەر بژی ..
@user-cr5rv2vt1z
@user-cr5rv2vt1z 5 жыл бұрын
çi helbesta xweş û çi dengê xweş
@adelnouh5632
@adelnouh5632 5 жыл бұрын
Dengê te gelek xweş e... Gelek sipas
@rahimeekmekcio5534
@rahimeekmekcio5534 Жыл бұрын
REBB'I ALEMİ (C.C) ji we razî be
@emirurek1
@emirurek1 6 жыл бұрын
👏👏👏 deng ê te sax bi mamoste
@user-wh7xw8nb1e
@user-wh7xw8nb1e 4 жыл бұрын
Gelekî sipas💙💙
@berfuacar453
@berfuacar453 Жыл бұрын
Îro jî ave te cerge min 🥂
@Samra.e
@Samra.e 6 жыл бұрын
Sipaas ..pir xweş bû lê dengê te zêdetir xweş kir.,.🌹🌹
@perezamidi
@perezamidi 6 жыл бұрын
Ez pir memnunim mamoste
@Mohammad-aus-Deutschland
@Mohammad-aus-Deutschland 6 жыл бұрын
Ez li vî bajarê xerîb digerim li yekî ku ez pêre suhbetê bikim lê nabînim.
@necatzanyar
@necatzanyar 6 жыл бұрын
kîjan bajar?
@Mohammad-aus-Deutschland
@Mohammad-aus-Deutschland 6 жыл бұрын
Bajarê Almanya
@dalildalil6104
@dalildalil6104 6 жыл бұрын
@@Mohammad-aus-Deutschland tu li Elmanya kîjan bajarî dijî?
@Mohammad-aus-Deutschland
@Mohammad-aus-Deutschland 5 жыл бұрын
@@dalildalil6104 Bajarê GIFHORN
@dalildalil6104
@dalildalil6104 5 жыл бұрын
@@Mohammad-aus-Deutschland Tu ji Kude kê ye, ji kîjan bajarî?
@cutestanimals2198
@cutestanimals2198 3 жыл бұрын
Dest xweş
@mehmetcantayan2878
@mehmetcantayan2878 5 жыл бұрын
Tişta ku li vê derê kêfa min kete ser eve ku şîrove hemû bi Kurdî hatine nivîsandin 👌👍👏 Fermo , helbestvanê hêja tu bimeşe em li pey te ne 😋
@halilsekin6957
@halilsekin6957 6 жыл бұрын
Beje mamoste bejeee herdem tü bejeee bı ney o bı bılur bejeee
@idrisaref3075
@idrisaref3075 6 жыл бұрын
Spas pir xweş bû 🌷
@sarwarkittani9030
@sarwarkittani9030 5 жыл бұрын
Zoor cwane
@berfuacar453
@berfuacar453 2 жыл бұрын
Îro jî ve seêtte 🌸
@fatmayalcn532
@fatmayalcn532 3 жыл бұрын
Deng û dilê te saxbe👏🏾👏🏾
@aysekaya9596
@aysekaya9596 6 жыл бұрын
perfekr
@user-em4jr3vc2l
@user-em4jr3vc2l 3 жыл бұрын
😘😘😘😘
@semrakucukbiltekin4459
@semrakucukbiltekin4459 2 жыл бұрын
🌹
@berfuacar453
@berfuacar453 2 жыл бұрын
🌹🌹🌹
@hezkrnhezkrn3130
@hezkrnhezkrn3130 2 жыл бұрын
🙏🙏🙏🙏🙏🙏🙏🙏🙏🙏🙏🙏🙏🙏🕊🌿⚘
@baranabdullah4989
@baranabdullah4989 2 жыл бұрын
😭😭
@aryenfuat8866
@aryenfuat8866 3 жыл бұрын
❤️
@hic1432
@hic1432 2 жыл бұрын
Mamosteyê hêja; Eger te hema hindik ji evîna Melayê cizîrî (qûdîse sîrûh) standiye Ez weke Kurdekî evîndar ji te reca dikim Ka ji min re bibêje; Evîn an jî Eşq çiye ???
@baranabdullah4989
@baranabdullah4989 2 жыл бұрын
😍😍😍😍😍😍
@gulsumylmaz8935
@gulsumylmaz8935 2 жыл бұрын
:):)
@talipdemirci3669
@talipdemirci3669 Жыл бұрын
Türkçe çevirisini ekler misiniz acaba sözlerinin anlamını bulamıyorum
@Mohammad-aus-Deutschland
@Mohammad-aus-Deutschland 6 жыл бұрын
Dest xweş
Muhbetê - Melayê Cizîrî & Necat Zivingî
13:52
Necat Zanyar
Рет қаралды 212 М.
Nurullah Kuray I Dîlberê îro Seher
4:38
Özlem Ajans Prodüksiyon
Рет қаралды 30 М.
Harley Quinn's revenge plan!!!#Harley Quinn #joker
00:59
Harley Quinn with the Joker
Рет қаралды 27 МЛН
Мы сделали гигантские сухарики!  #большаяеда
00:44
Feqiyê Teyran - Ey Dîlberê (Deng: Rêşad Sorgul)
4:23
Asoya Helbesta Kurdî
Рет қаралды 10 М.
Dilberê Serdarê Xûban - Melayê Cizîrî & Necat Zivingî
11:00
Necat Zanyar
Рет қаралды 72 М.
Melayê Cizîrî/Îro ji derba xencerê
3:14
Helbestname
Рет қаралды 14 М.
شعر ملاي جزيري
13:52
Aziz Issa
Рет қаралды 29 М.
Jan Axîn - Kul û Kulîlk (Official YouTube Channel)
3:15
Jan Axîn Official
Рет қаралды 55 М.
Bengî Agirî .Gul baxê îremê Botanim
3:20
Bengî Agirî Official
Рет қаралды 4 М.
Dil Şikestî
7:11
Xêro Abbas
Рет қаралды 1 МЛН
Melayê Bateyî - Qiblegeha Aşiqan
3:16
Şervan Azad
Рет қаралды 3,8 М.
Bi Narê Firqetê - Melayê Cizîrî & Necat Zivingî
10:40
Necat Zanyar
Рет қаралды 71 М.
Harley Quinn's revenge plan!!!#Harley Quinn #joker
00:59
Harley Quinn with the Joker
Рет қаралды 27 МЛН