Încîl (Mizgînî) » Metta » Beşê 19,1-9 Gava ku Îsa gotina xwe xilas kir, hingê ji Celîlê derket û derbasî herêma Cihûstanê ya aliyê din ê Çemê Urdunê bû. 2 Elaleteke mezin li pey wî çû û wî ew li wir qenc kirin. 3 Hinek ji Fêrisiyan ji bo ku wî biceribînin nêzîkî wî bûn û jê pirsîn: «Ma dibe ku bi her sedemî mêr jina xwe berde?» 4 Îsa bersîva wan da û got: «Ma we nexwendiye ku Afirandar di destpêkê de ew ‹nêr û mê afirandin›[a] 5 û got: ‹Ji ber vê yekê mêr wê dê û bavê xwe berde, bi jina xwe re bibe yek û herdu jî wê bibin bedenek.›[b] 6 Wusa ku êdî ew ne dido ne, lê bedenek in. Ji ber vê yekê yên ku Xwedê ew kirine yek, bila mirov wan ji hevdû veneqetînin.» 7 Hingê Fêrisiyan pirsî: «Nexwe çima Mûsa emir kir ku mêr ‹kaxeza jinberdanê bide jina xwe û wê berde›[c] ?» 8 Îsa li wan vegerand û got: «Ji ber serhişkiya we Mûsa destûr da we ku hûn jinên xwe berdin. Lê di destpêkê de ne weha bû. 9 Ez ji we re dibêjim, kî ku ji zînayê pê ve bi sedemekî din jina xwe berde û yeke din bîne, zînayê dike. Încîl (Mizgînî) » Metta » Beşê 5,32 Lê ez ji we re dibêjim, her kesê ku zîna ne tê de, ji ber sedemekî din jina xwe berde, dibe sedemê zînakirina wê. Û kî ku bi jineke berdayî re bizewice zînayê dike. Încîl (Mizgînî) » Korîntî I. » Beşê 7,11 Eger dev jê berde jî, bila bê mêr bimîne, an jî bila bi mêrê xwe re li hev bê. Bila mêr jî jina xwe bernede. Încîl (Mizgînî) Beşê 11,29-30 28 «Werin ba min, ey hemû yên westayî û bargiran, ezê rihetiyê bidim we. 29 Nîrê min deynin ser stûyê xwe û ji min hîn bibin, çimkî ez nerm û ji dil nefsbiçûk im û hûnê rihetiyê ji bo canê xwe bibînin. 30 Çimkî nîrê min hêsanî û barê min sivik e. Mesih je ua tavda hazde ke , amin.